Cezay Saz: Stranên Hesen Zîrek ji aliyê netewên din ve tên dizîn

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Di salvegera koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek de, hunermendekê ji bajarê Silêmaniyê dibêje “Hunermend Hesen Zîrek bi hemû awazên dengbêjiyê stran gotine. Kesên ku dengên wan nêzîkî wî be divê stranên wî bistirên da ku nifşên din bi stranên wî re eleqedar bibin. Bi dehan salên din jî dê stranên wî ji aliyê gelên din ve bên dizîn.”

Îro salvegera koça dawiya hunermendê navdarê KurdHesen Zîrek’e. Ew bi dengê xwe yê efsûnî bû zêrê hunera Kurdî û ji hunermendên hemdem re bû çavkaniyek hunerî. Derbarê huner û şiyana Hesen Zîrek ya di stranbêjiyê de hunermendê ji bajarê Silêmaniyê Cezay Saz ji ajansa me re nirxand.

Hunermend Cezay Saz wiha behsa Hesen Zîrek û hunera wî ya bênimûne dike; “Ez xwe di wê asta akademîk de nabînim ku huner û hunermendiya Hesen Zîrek binirxînim. Pêwîstî bi dehan lêkolîner û mamostayên mûzîkê heye ku bikaribin nirxandinek baş li ser hunera Hesen Zîrek bikin. Hunermend Hesen Zîrek bi hemû awaz û şêwazên cuda stran gotine, gelek stran çêkirine û helbest nivîsandine.”

Saz anî ziman ku gelên Mezopotamyayê xwedî çand û hunerên nêzîkî hevdu ne. Ji ber vê yekê jî dê stranên Hesen Zîrek bi dehan salên din ji aliyê netewên din ve bên dizîn û wê bixin xizmeta hunera xwe de.

Di hunermendê bajarê Silêmaniyê Cezay Saz wiha got; “Ew kesên ku dengê wan dişibe yê Hesen Zîrek, divê stranên wî bibêjin. Lewma divê eleqeya nifşên îro ji stranên Hesen Zîrek re hebe. Lê ez ne li gel binpêkirina mafê milkiyeta starên Hesen Zîrekim. Stranên ku wî bi awazeke Kurdî ya resen gotiye, niha  bi muzîka erebesk û biyanî hem nirxê stranê û hem jî giraniya hunera Hesen Zîrek kêm dikin.”

Hesen Zîrek di 26’ê Hezîrana 1972’an de piştî salekê têkoşîna bi penceşêrê re jiyana xwe ji dest da. Di nav daristana Neleşkena bajarê Bokan a parêzgeha Urmiyê de hat veşartin. Lê mirina wî rê li ber belavbûn û mezinbûna hunera wî negirt. Mûzîk, helbest û stranên wî dê her tim di guhê hezkirên wî de mîna dengê bilbil deng vede.

(wd)