Dadgehê danişîna rojnamevan Silêman taloq kir-Hate Nûkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Dihokê, danişîna rojnamevan Silêman Ehmed ku 250 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, ji bo mehek din taloq kir. Li gorî agahiyan Asayîşa Dihokê belge û kel û pelên rojnamevan Silêman Ehmed ji bo dagehê ne şandiye û dadwer jî bi hêceta nexweş bû, ne amade bû.

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hatibû girtin.

Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 250 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîran (îro), diyar kir.

Biryar bû îro Silêman Ehmed hatiba dadgehkirin, lê Dadgeha Dihokê danişînê ji bo 29’ê Tîrmehê (2024) taloq kir.

Sedema taloqkirinê

Li gorî agahiyên ketine destê me de, Asayîşa Dihokê ya PDK’ê, belge û kelûpelên rojnamevanî yên Silêman Ehmed ji bo dadgehê neşandiye û dadwer jî bi hêceta nexweşiyê amade nebûye. Bi van hêcetan danişîna ji bo 29’ê Tîrmehê hatiye taloqkirin.