Li Dadgeha Dihokê danişîna rojnamevan Silêman destpê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de li Dadgeha Dihokê, danişîna rojnamevan Silêman Ehmed ku 250 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, destpê kir.

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hatibû girtin.

Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 250 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîran (îro), diyar kir.

Parêzerê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen ji ajansa me re derbarê doza muwekîlê xwe de axivîbû û wiha gotibû; “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem a rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”

Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”

Li gorî agahiyan di van kêliyan de li Dadgeha Dihokê danişîna Silêman Ehmed destpêkiriye.