Li Çemçemal Hesen Zîrek di salvegera koça dawiya xwe de hat bîranîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Çemçemal 52’yemîn salvegera koça dawiya hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek bi beşdariya gelek welatiyên navçeyê bi merasîmeke hunerî hat bîranîn.

Îro êvarê li Baxçeyê Newroz yê navçeya Çemçemal 52’yemîn salvegera koça dawiya hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek bi beşdariya gelek welatiyan bi merasîmeke hunerî hat bîranîn.

Di destpêka merasîma bîranînê de hunermend Siûd Sengawî xêrhatina hemû beşdarên merasîmê û piştre li ser girîngiya huner û stranên hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek axivî.

Piştre Serokê Komeleya Rûnakbîrî û Civakî ya Yarsan Herêm Kakeyî axaftinek kir û di axaftina xwe de xêrhatin li beşdarên çalakiyê da û ji ber beşdariya wan ya di merasîma bîranîna hunermend Hesen Zîrek de spasiya hemû beşdaran kir.

Herwiha ji aliyê hunermend Zîrwan Zîrek, Behêz Elî, Dana Mutî Cebarî çend stranên navdar yên Hesen Zîrek ji beşdaran re gotin û atmosfereke hunerî pêşkeşî beşdaran kirin, coş û xuroş dan çalakiya bîranînê.

(wd)