Di çalakiyên HRE’yê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên şervanên wan 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi vî rengî ye:

“Hêzên me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî di navbera rojên 22 û 28’ê Hezîranê de çalakiyên bersivdayînê lidar xistin.

Di vê çarçoveyê de:

1- 22’yê Hezîranê şervanên me li xeta Marê çalakiyek sekvanî pêk anî û di encamê de çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.

2- 28’ê Hezîranê de dîsa li xeta Marê şervanên me çalakiyek sekvanî li dar xist û  di encamê de çeteyek dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Bi giştî di van çalakiyan de, 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.”