Piştî 37 salan ji kîmyabaran Serdeştê, hîn jî birînên qurbaniyan baş nebûne

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 37’emîn salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Bees ya Iraqê ve ye. Hîn jî birînên Serdeştê nehatine kewandin û komkujî wek jenosîd nehatiye naskirin. Îro li Kurdistanê li dijî gelê Kurd çekên kîmyayî tên bikaranîn.

Di 28’ê Hezîrana 1987’ê di saet 16:25’ê de balafirên rejîma Bees ya Iraqê li esmanê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê bi çekên kîmyayî bombebaran kirin û di encamê de 8 hezar welatiyên Serdeştê şewitîn.

Di nava çend deqeyan de her derên Serdeştê bi dûman û gaza kîmyayî tijî bûn û nexweşxaneyên vala bi laşên şewitî yên mirovan ku piraniya wan jin û zarok bûn tijî bûn.

Di wê rojê de balafirên rejîma Bees 7 caran bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê bi gaza kîmyayî bombebaran kirin. Du bombe li sûka bajêr, du bombe li taxan û sê jî li gundên derdora Serdeştê avêtin.

Di encama van êrişên hovane ya rejîma Bees de 150 kesan ji ber gazên kîmyayî jiyana xwe ji dest dan û nêzî 8 hezar kes jî bi kîmyay birîndar bûn. Jîngeh û hewaya Serdeşt û derdora wê bi temamî jehrî kir.

Heya niha jî hejmarek ji birîndaran ji ber birînên xwe yên kîmyabarana Serdeştê dinalînin û tu çare ji şewata xwe re nedîtine. Heta niha ew nehatin dermankirin û tezmînata wan jî nehate dayîn. Rejîma Îranê tenê ji ber Kurdbûna wan guh jî neda wan.

Çalakvanê mafê mirovan yê Serdeştê Behmen Kerîmî ji Rojnewsê re derbarê kîmyabaran Serdeştê ji aliyê rejîma Bees ya Iraqê ve wiha got: “Niha piştî derbasbûna 37 salan ji kîmyabarana Serdeştê, hîn jî birîndar ji ber kêmbûn û bihabûna derman û tedawiyê li ber xwe didin. Heta niha piraniya qurbaniyên kîmyabarana Serdeştê nehatine qerebûkirin.”

Di dewamê de got; “Me ji bo mexdûrên çekên kîmyayî dermankirina birîndaran gelek tişt kiriye. An jî divê dewlet di warê dermanan de bi wan re cuda tevbigere. Lê tu encam derneketiye, mîna ku bûyer qet nebûbe. Ji ber ku tu li deriyê her saziyeke dewletê bixî, dibêjin hûn bi xwe birîndarên xwe derman bikin.”

Beriya çend salan di 25’ê Cotmeha 1983’an de rejîma Bees gundê Bayincanî yê girêdayî bajarê Banê  kîmyabaran kir. Piştî 10 rojan qeraxên çemê Şilerî yê bajarê Banê bombebaran kirin. Di êrîşê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndarkirin.

Di herdu kîmyabaranên Bane û Serdeştê de civaka navdewletî tu helwest nîşan neda. Berovajî vê yekê çavên xwe ji komkujiyê re girtin. Ji ber vê yekê eger li dijî bombebarana Banê helwest bigirtana, wê demê dibe ku karesata Serdeştê careke din neqewime.

Di sala 1987’an de rejîma Bees çekên kîmyayî li dijî çend gundên din yên bajarên Bane, Şino û Serpêl Zehawî yên Rojhilat bikar anî. Li gorî îstatîstîkan, ji 22’yê Îlona 1980’an heta 8’ê Nîsana 1987’an, rejîma Bees’ê nêzî 200 caran çekên kîmyayî li Rojhilatê Kurdistanê bikar aniye.

Di 16’yê Adara 1988’an de rejîma Bees careke din Helebce bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin.

Diviyabû rejîma Iraqê yan jî herî kêm rejîma Îranê qerebûya qurbaniyên komkujiyê bidana. Lê belê piştî 37 salan, birîndar nehatin tedawîkirin, heta karhêsaniyek jî ji wan re nehat kirin.

Niha 37 sal di ser komkujiya Serdeştê re derbas dibe. Dewleta Tirk ya dagirker bi heman zêhniyeta rejîma Bees çekên kîmyayî li dijî Kurdan bikar tîne. Li Rojavayê Kurdistanê li dijî şervan û sivîlan û li Başûr û Bakur jî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û sivîlan çekên kîmyayî bikar tîne.

Tenê di nava 4 mehên borî de, artêşa Tirk a dagirker 224 caran bi çekên kîmyayî û fosforê çeperên berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê bombebaran kirin.

Niha piştî 37 salan ji kîmyabarana Serdeştê, dewleta Tirk roj nîne ku li ser xaka Kurdistanê li dijî Gerîlayên Azadiyê çekên kîmyayî bikar neyne. Çîroka Mihemedê 11 salî ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên fosforê hat şewitandin, li ber çavê er kes bibîr tîne.

Qêrîn û laşê şewitî yê Mihemed û çend kesên din li Rojavayê Kurdistanê medyaya cîhanê tijî kir û îspat kir ku dewleta Tirk çekên kîmyayî hene û li dijî gelê Kurd bikar tîne. Lê civaka navnetewî wek pîşeya wan ya daîmî ye. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyayî li dijî gelê Kurd bêdengin.

Li ser hemû ew çekên kîmyayî yên berê û niha li dijî gelê Kurd hatine bikaranîn, hemû delîlên ku nayên înkarkirin radestî saziyên taybet yên cîhanê hatine kirin. Ev yek pergala cîhanî ya durû nîşan dide ku qaşo mafên mirovan diparêze û rê nade çekên qedexe. Lê ji bilî vekirina rê ji dewleta Tirk a dagirker re li ber bikaranîna çekên kîmyayî li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, tiştek din nekirin.

(wd)