YPJ’ê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyek ragihand li Dêrazorê di encama operasyonek hevbeş a YPJ’ê û QSD’ê de serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed El Bexît hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyniyeke nivîskî li ser malpera xwe ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed El Bexît bi nasnav Ebû Xamid li Dêrazorê hate girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin:

“Serçete Mihemed El Bexît bi nasnavê Ebû Xamid ku demdirêjî faliyetên terorîstî dimeşand di encama operasyoneke taybet ya hêzên YPJ û QSD’ê de li herêma Dêrezorê hate girtin.

Ebû Xamid bi eslê xwe ji herêma El Şuhêl ya Dêrezorê ye. Di sala 2011’an de an ku bi destpêkirina guhertinên li Rojhilata Navîn re di asta fermandariya Lîwa de di Cêşûl Hur de cih digire. Li Heleb, Ezaz û Idlib bi şêweyeke aktîf kar meşandiye. Her wiha li herêma El Yerbiye li dijî şervanên azadiyê yên YPG-YPJ şer kiriye. Yekser di êrişên li dijî şervanan de cih girtiye. Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Xamid bi salan li herêmê û Tirkiyê jî di bûyerên terorîstî de rol girtiye.

Piştî ku herêma Dêrezorê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Ebû Xamid vedigere herêma El Suhêl. Bi serçeteyê bi navê Îbrahîm El Hafil re komeke çete ava kir. Ev koma çete ya DAIŞ’ê ji bo ku alozî û pirsgirêk di navbera gelê Herêmê û hêzên QSD derkevin, faliyetên tehrîkirinê meşand. Her wiha di şehîdkirina şervanan, texrîbkirina alavên leşkerî û hwd. de taybet tev geriyan.

Di 26’ê Hezîranê dema ku serçete Ebû Xamid ji herêma li jêr kontrola rejîma Suriyê bi veşartî derbasî herêma Suhêl a Dêrezorê dibû, bi operasyoneke taybet a ji hêla şervanên YPJ’ê ve hate girtin.  Ebû Xamid armanc dikir ku gelê li herêmê, bi taybet jî eşîran li dijî QSD’ê tehrîk bike û aloziyan çêbike û wiha di herêmê de aramiyê têk bide.”