‘Tirkiye ji bo gelê Kurd ji destkeftiyên wan dûr bixe, tecrîdê bikartîne’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Zêdetirî 39 mehin bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzerên Silêmaniyê gotin: “Her ku dewleta Tirk têkçûnek jiyan dike, ji bo gelê Kurd ji destkeftiyên wan paşde bikişîne tecrîda li Îmraliyê girantir dike.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 salin di girtîgeha Îmraliyê tê girtin, 39 meh zêdetirin bi ti awayî agahî nayê girtin. Tevî heftiyê du caran malbat û parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan dikin jî, lê bi hincetên cuda yên weke ‘cezayê disiplînê’ hevdîtin têne astengkirin.

Li dijî vê tecrîda di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin, li Kurdistanê û dervey welat çalakiyên cur be cur têne meşandin. Lê tevî ku ev dengê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li seranserê cîhanê jî belav bûye, aliyên peywendîdar bêdengiya xwe diparêzin û ti bertek û helwest raber nakin.

Beşek ji parêzerên bajarê Silêmaniyê di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn û daxwaza dabînkirina mafê hêviyê û dawî lê anîna tecrîdê kirin.

Parêzer Çiro Şiwan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez berxwedêrên Îmraliyê silav dikim. Di girtina Rêber Ocalan de ti cihê hiqûqî nîne, lê di çarçoveya hiqûqa ku ji aliyê gelek welatên cîhanê ve hatiye qebûlkirin de mafê hêviyê heye. Tirkiye yek ji wan welatan e ku xwedî vê qanûnê ye, mafê hêviyê ewe ku her girtiyê 70 salî dikare cezayê xwe yê mayî li derveyî girtîgehê derbas bike. Li Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê, xetek ya têkoşînê heye. Dewleta Tirk her ku têk biçe, wê tecrîda Îmraliyê bi kar bîne û gelê Kurd ji van destkeftiyan paşde bikişîne.”

Çiro Şiwan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji aliyê hiqûqî ve her tişta ku li dijî Rêber Apo tê kirin, berevajiyê Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî û qanûnên mafên mirovan û CPT ye. Rewşa girtîgehê tê şopandin û binpêkirinek mezin tê pêkanîn. Li cîhanê kampanyayek heye ku hemû cîhan girtiye, her tim bi awayekî aktîf nameyan ji CPT’yê re dişînin da ku mafên Rêber Apo bi awayekî qanûnî bên garantîkirin, da ku xizm û parêzerên wî karibin wî bibînin.”

Her wiha Parêzer Erdelan Şêx Fatîh jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Divê rêz li rûmeta mirovan bê girtin, hiqûqa navxweyî û navneteweyî were şopandin. Her wiha divê dewlet qanûnên têkildarî azadî, mafên mirovan û muameleya li dijî girtiyan bişopînin. Bê guman dewleta Tirk û AKP’ê bi salane bi awayekî nemirovane tecrîdek giran li ser Rêber Ocalan dimeşînin. Rê nadin ku malbat û parêzerên wî serdan bikin ku ev jî berevajî hemû yasa û peymanên navneteweyî ne.”

Parêzer Erdelan Şêx Fatîh civaka navneteweyî û azadîxwaz, her wiha rêxistinên mafê mirovan divê li dijî her binpêkirinek li beramberî her mirovekê tê kirin helwest nîşan bidin û wiha anî ziman: “Niha zindanên Tirkiyê tijî azadîxwazin. Vê yekê Tirkiye ji civaka navneteweyî îzole kiriye, ji ber ku ew bêtir xwe dispêre peymanên navneteweyî, nemaze yên li ser azadiya çapemeniyê û mafên mirovan.”

(fk)