‘Pêwîste Iraq mafê xwerêvebirinê bide Şengalê’

ŞENGAL-ROJNEWS

Endamên Meclîsa Gel a Sinûnê diyar kirin ku tu kes nikare bêyî Şengaliyan li Bexdayê li ser mafê Êzidiyan baxive û biryaran bide û ev peyam dan: “Îro em dikarin xwe birêve bibin, hêza me ya siyasî jî hêza me ya parastinê jî heye. Pêwîste Iraq mafê xwerêvebirinê bide Şengalê û Êzidiyan.”

Di demên dawî de nîqaşên li ser nasnameya civaka Êzidî û mafên wan yên bingehîn zêde bûne ku her aliyekî siyasî li gor berjewendiyên xwe van nîqaşan berdewam dike. Herî dawî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê nirxandin û helwesta xwe ya derbarê vê nîqaşê de ji raya giştî re ragihand û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku fermana 2014’an weke jenosîde nas bike û mafê xwe parastin û xwerêvebirinê ya Şengalê li gorî destûra bingehîn ya Iraqê qebûl bike.

Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha derbarê biryara girtinê ya derbarê hinek kesên Êzidî û Ereb de jî bang li hikûmeta Iraqê kir da ku ew kesên bêsûc hatine girtin, bêne berdan û biryarên girtinê yên derbarê hinek kesan de jî were betalkirin.

Di derbarê vê mijarê de endamên Meclîsa Gel a Sinûnê nêrînên xwe anîn ser ziman û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku di 10’emîn salvegera fermanê de mafê Êzidiyan yê xweparastin û xwerêvebirinê yekser were qebûlkirin.

‘Em xwe naspêrin kesî, mafê rêvebirinê yê me ye’

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Bapîr Mîrza diyarkir ku ji bo civaka Êzidî tiştê herî qenc ewe ku civak karibe bi hêza xwe rêveberiya xwe deyne û got: “Emê karibin parastina xwe bikin da ku weke fermana 3.8.2014’an bi ser me de neyê. Îro em dikarin xwe birêve bibin, îro hêza me ya siyasî jî heye hêza me ye leşkeri ya parastinê jî heye. Piştî ferman bi ser me de hatî êdî baweriya me bi kesî nayê. Me hêvî heye dewleta Iraqê dengê me bibihîse û mafê xwe rêvebirinê yê me nas bike. Em êdî xwe naspêrin tu kesî, me divê em xwe birêve bibin.”

‘Mafê Êzidiyan heye ku xwe biparêzin’

Endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Xidir Şengalî jî rexne li hikûmeta Iraqê kir ku ji fermanê heya niha 10 salin mafên civaka Êzidî negihandiye civakê û wiha axivî: “Heya niha 13 dewlet jenosîda li ser Êzidiyan qebûl kiriye lê hikûmeta Iraqê hê jî qebûl nekiriye. Pêwîste dewleta Iraqê mafê Êzidiyan, mafê Şengalê bide. Me divê Êzidî xwe birêve bibin. Pêwîste karê Şengalê di destê wê de be. Di fermanê de ne hikûmeta Iraqê ne hikûmeta Herêma Kurdistanê bi me ve nehatin. Eger heqê Şengalê di destê Şengalê de be, hêza Şengalê di destê Şengalê de be êdî em nahêlin ferman bi ser me de were. Pêwîste mafê Êzidiyan hebe ku xwe biparêzin. Heqê her welatiyek heye ku xwe birêve bibe û parastina xwe bike.”

‘Gelê Şengalê wê biryara xwe bide’

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî jî derbarê mafên bingehîn ên civaka Êzidî de nêrînên xwe wiha anî ser ziman: “Me divê biryara Şengalê ji aliyê Şengalê be. Herkes bi birîna xwe dizane, tiştê bi ser Şengalê de hatî bi ser kesî de nehatiye. Li Parlamentoya Iraqê rûdinin û li ser Şengalê dipeyvin, yê ku biryarê bigire gelê Şengalê ye. Me li Şengalê pergala xwe ya xweseriyê ava kiriye, biryar biryara me ye.’’

(êş/wd)