TAJÊ û YJŞ’ê li ser girîngiya xweparastinê semînerek dan

ŞENGAL-ROJNEWS

Dibin pêşengtiya TAJÊ û YJŞ’ê de li ser girîngiya xweparastinê ji bo civaka Êzidî û bi taybet jî ji bo jinan li Digûrê semînerek hevpar hate dayîn. Di semînerê balkişandin li ser giringiya parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatî bidestxistin û rêxistinbûna civakê.

Di çarçoveya kampanyaya TAJÊ ya, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ li komelgeha Digûrê ya Şengalê semînerek ji aliyê kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve hate dayîn. Semîner ji bo jin û mêran hate dayîn.

Di semînera ji aliyê yek ji fermandariya YJŞ’ê Axîn Întîqam ve hate dayîn de, îşaret bi van xalan hate kirin: “Em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin. Di oxira rizgarkirina Şengalê de me bi sedan şehîd dan. Ji bo rizgarkirina her jin û zarokê me şehîd dan û Êzidxana pîroz bi xwînê rizgar kir. Piştî rizgarkirina Şengalê gavekî mezin hat avêtin, ew jî birêxistinkirina Şengalê bû. Civaka Şengalê ji bo ku xwe biparêze û di her milî de bihêz bisekine, xwe birêxistin kir.”

’Jin pêşengtiya xweparastinê dikin’

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşengiya jinan ya ji bo xebatên xweparastinê û wiha anî ziman: “Yek ji tiştên bi qîmet ku hat avakirin, li Şengalê birêxistinkirina meclisên jinan bû. Jin ji bo ku bibin xwedî îrade; dersên ku ji fermanê hatin girtin avakirina meclisan bû. Ji bo ku xwedîderketin li çand, ol û baweriya Êzidayetiyê çêbibe jinan berpirsiyarî girt û roleke mezin lîstin. TAJÊ îro gavên mezin di vê riyê de diavêje. Kampanyaya ku bi navê ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ hatiye destpêkirin; bi pêşengiya dayikên me yên ku di meclîsan de kar dikin, dimeşe lê erk û rola me jî ewe ku em xwedî lê derkevin û mezin bikin. Ji bo wê jî em bang dikin ku her kes xwedî lê derkeve.”

‘Berê xwe bidin YJŞ û YBŞ’ê’

Axîn Întîqam weke din bal kişand ser lingê hêza leşkerî û girîngiya wê û got: “Yek ji şaxên xweparastinê jî aliyê leşkerî ye. Ji bo wê jî banga me ji bo hemû ciwanan ewe ku berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê û çeka bi dehan hevalên şehîd li erdê nehêlin. Ji bo em xwedî li hebûna xwe derkevin divê em xwedî li keda şehîdan derkevin. Xîret, zanebûn û hêzeke mezin pêwîste û bi vî rengî em dikarin li kampanyayê xwedî derkevin.”

Endama Koordînasyona TAJÊ dayê Şemê Remo ku di semînerê de amade bû di derbarê semînerê û girîngiya kampanya xweparastinê de ji ajansa me re axivî. Dayê Şemê got: “Kampanya TAJÊ ya ji bo xweparastinê destpê kiribû û semînera îro di çarçoveya wê de hat lidarxistin. Di çarçoveya kampanya xweparastinê de fikrê Rêber APO tê nasandin. Bi vî awayî tê xwestin gel fêr bibe bê ka çawa bikaribe xwe biparêze. Divê gelê me bizanibe di rewşên zehmet de çawa xwe biparêze.”

‘Em ê hesabê ji kesên ku destê wan di xwîna keç û jinên Êzidî de hene, bixwazin’

Endama TAJÊ Kinê Xidir jî îşaret bi girîngiya kampanya xweparastinê kir û wiha pê de çû: “Herî zêde xweparastin ji jinê re pêwîste. Ji ber ku herî zêde zext û zordarî li dijî jinan tê kirin. Keça malê, hevjîn an jinekê din jî be. Jin jiyane, lê zext, şîdet, kuştin, tecawîz, pirjinî li jinan tê kirin û li ser wan tê ferzkirin. Divê jin biçûk neyên dîtin. Jin navenda jiyanê ne, divê jin û zilam wekhev bin. Em wek jinên Êzidî xwedî biryarin; kesên ku destê wan di fermanê de di xwîna jin û keçên Êzidî de hebe emê hesabê ji wan bixwazin.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê, Seydo Elî yê ku tevlî semînerê bû jî diyar kir ku divê civak xwe zana bike da ku bikaribe xwe ji hemû êriş û fermanan biparêze û wiha axivî: “Gelek pêşengên me, dayîkin. Em jî ji wir dengê xwe digihînin her derê. Fermana spî piştî fermana 2014’an li dijî me didome. Em jî divê xwe li beramberî hemû cureyên fermanan biparêzin.”

(fk)