SILÊMANÎ/ROJNEWS
Li dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê êrişeke suîqestî pêkhat. Welatiyê ku êriş lê hatiye kirin, bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.
Li Silêmaniyê dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê êrişeke sûqestî pêkhat. Gorî agahiyan 3 gule bi bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneyê. Gorî agahiyan rewşa birîndar girane.
Êrişa sûqestî li ber derê komeleyê pêkhat û nayê zanî ji aliyê kêve pêkhatiye. Derbarê nasnameya endamê komeleyê de agahî nehatine standin û heya niha derbarê êrişê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.
(nr)