Çalakvanên Mexmûrê: Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo rabin ser piyan!

MEXMÛR-ROJNEWS

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 293 roj li pey xwe hişt. Çalakvanan ev bang kir: “Em ji hincetên ‘cezayê disiplînê’ nerazîne û li dijî vê biryar û tecrîda heyî bila hemû sazî û dezgeh rabin ser piyan.”

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, 293 roj li pey xwe hişt.

Çalakî ji aliyê koma 57’an dewrî koma 58’an hat kirin. Dewirgirtin li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 57’an Yasmîn Îşlek daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di heyva Gulanê de ne. Ji bo wê jî em tevahî şehîdên heyva Gulanê di şexsê Denîz Gezmîş, Hakî Karer, Yûsif Aslan, Sara, Rojbîn, Rojnahî, Rûken, Mizgîn, Mahîr Çayan û Huseyîn Înan de bi minetdarî bibîr tînin. Wek tê zanîn ev 25 salin tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Em wek gelê Mexmûr û tevahî Kurd, ji ber rewşa Rêber Apo di nava metirsiyê de ne û em gûmanan jiyan dikin.

Divê demildest ev tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê Rêber Apo ye. Rêber Apo dermanê tevahî gelane. Em nizanin rewşa Rêber Apo çawane. Me jiyana azad bi Rêber Apo naskiriye. Heta ku azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, emê wek jinên Mexmûrê di nava têkoşînê de bin.

Îro dîsa cezayê disiplînê li Rêber Apo birîne û 3 mehan hevdîtin qedexe kirine. Em vê yekî qebul nakin û şermezar dikin. Mafê Rêber Apo tê astengkirin. Em bang li tevahî gelê Kurd, sazî, dezgeh û CPT dikin ku bêdeng nemînin. Her wiha divê em têbikoşin.

Emê deriyê Îmraliyê vekin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Herî dawî jî çalakî dewrî koma nû hat kirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.

(ah-en/wd)