Faşîzma dewleta Tirk qeyûm avêt ser şaredariya DEM Partiyê

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şaredariya Curnê Reş ku DEM Partiyê di hilbijartinan de bi dest xistibû, Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş weke qeyûm hate tayînkirin.

Di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 31’ê Adara 2024’an pêkhatin de, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Curnê Reş a bajarê Riha ya Bakurê Kurdistanê bi dest xistibû, lê piştre biryar hat dayîn ku hilbijartin jinûve were kirin. Li Şaredariyê qeyûm hate tayînkirin.

AKP’iyan sindoq şewitandin û piştre îtîrazê hilbijartinê kirin. Ev îtîraz ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hate qebûlkirin û biryar hat dayîn ku hilbijartin 2’yê Hezîranê jinûve were kirin.

Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş bi erêkirina Walîtiya Rihayê weke şaredar hate tayînkirin.