‘Jinên Başûr hêzê ji jinên Bakurê Kurdistanê digirin’

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Aktivîsta parastina mafê jinan Dilsoz Zengene da zanîn ku ew weke Başûrê Kurdistanê sudê ji ezmûna jinan ya Bakurê Kurdistanê werdigirin û got; “Divê jin di hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de, dengê xwe bidin xwe.”

Hêz û îradeya jinan sedemek bandor ya serkeftina jinan ya li Bakurê Kurdistanê bû, bi taybet serkeftina jinan ya di hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de mohra xwe li dîrokê xist, aktivîsta parastina mafê mirovan Dilsoz Zengene derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Dilsoz Zengene serkeftina ku jinan li Bakurê Kurdistanê bidestxistî pîroz kir û got; “Serkeftina li Bakurê Kurdistanê, serkeftina hemû Gelê Kurd bû, ev serkeftin hêz da Başûrê Kurdistanê jî. Wek Başûrê Kurdistanê em dikarin sudê ji ezmûna Bakurê Kurdistan wergirin û dikare ji bo me bibe piştevanek mezin. Em dikarin wan ezmûnan ji bo serkeftinê di civaka xwe de bikarbînin. Niha jinên cîhanê dirûşmeyên jinên Kurd ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dikin. Divê em hemû bi vê şanaz bin, ji bo ev yek hîn zêdetir bandora xwe li ser civakê çêbike, divê em kar bikin.”

Di dewama axaftina xwe de Dilsoz dibêje; “Niha li Başûr rewşek ne berdest heye, divê jin hîn zêdetir kar bikin, hem di warê siyasî de hem jî di warê sivîlî de divê bi bandor bin. Divê ji bo guhertinên erênî bidest bixin, pêşengtiyê bikin. Ji bo ku ev rewşa xirab jî were derbaz kirin, divê jin werin hişyarkirin, divê jin pişta xwe bidin xwe, derbarê mafên xwe de hişyar bikin.”

Dilsoz balkêşa ser sîstema hilbijartina vê dawiyê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê jî û got; “Sîstema kota ji bo bihêzkirina dengê jin li parlamentyê û navendên yasayê de, rêbazek girînge. Pêwîste kota bibe sedî 50, divê komisyon jî jinên ku dengên pêwîst tênin û kursiyên parlamentoyê mîsoger dikin, li ser kotayê hesap nekin. Ji ber ku wan jinan bi hêza xwe wê serkeftinê bidest xistine. Divê jin dengê xwe bidin namzetên jinan yên xwedî ezmûn.”