Şehîd Zozan Hesekê li Şengalê hate bibîranîn

ŞENGAL-ROJNEWS

Fermandara Yekîneyên parastina jin YPJ’ê Zozan Hesekê ku di 2’ê Nîsanê de Şehîd bûbû bi merasîmekê li Şengalê hate bibîranîn. Di merasîmê de peyam hatin dan û hate diyakirin ku keda Şehîd Zozan û hevrêyên wê beriya fermanê li ber civaka Êzidî de dayî heya îro her ku diçe ew ked geş dibe û bi wê kedê jinên Êzidî bûne xwedî hêz û îrade.

Di 27’ê Nîsanê de Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand yek ji fermandarên pêşeng yên YPJ’ê Zozan Hesekê şehîd bû. Şehîd Zozan ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi merasîmekê li gorsitana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate bibîran. Di merasîmê de behsa ked û tekoşîna Şehîd Zozan, kar û xebatên wê yên ji beriya Fermana 3’ê Tebaxê û dema fermanê ji bo rêxstinkirina jinên Êzidî hate kirin. Her wiha hate diyakirin ku Şehîd Zozan ji bo karibe jinên Êzidî xwe li ser piyan bigrin û li hember fermana hişiyar bin, beriya fermanê li Şengalê xwe xwedî rol bû.

Merasîma bîranînê bi amadebûna nûnerê sazî û rêxistinên civaka Êzidî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê dayikên şehîda ve ji bo Şehîd Zozan mûm hatin pêxistin û peyam hatin dayîn.

Li ser navê saziya malbatên şehîda a Şengalê Pakîza Celal axivî û da diyarkirin ku em wek jinên Êzidî hemû şehîdên ku ji bo azadiya civaka Êzidî tekoşîn kirine em şehîdên xwe dibînin û got: “Em îro li vir weke dayik, xwîşk û malbata hevala Zozan kom bûne û wê bibîr tînîn. Mirovek li ku ked daye ji bo vê axê emê ji bîr nekin. Kê ked dabe ji bo ku zarokên me perwerde bike, emê tu carî ji bîr nekin. Hevala Zozan ji beriya fermanê ve ked di ber her maleke ku serdana wê kiriye de da. Ji zarokên malê heta pîrên wê malê, hemûyan perwerde kiriye û ked daye. Riya rast û şaş ji hev derdixist û berê me dida riya rast. Gotinên wê tu carî me ji bîr nekir û emê ji bîr nekin. Divê tu carî em keda şehîdên xwe ji bîr nekin û xwedî li wan derkevin. Em sersaxiyê ji malbata hevala Zozan û ji gelê xwe re dixwazin. Wê tola şehîdên me li erdê nemîne.”

Endamê TAJÊ’ê Neam Ilyas jî ji gelê Rojava û û tevahiya Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ku hevala Zozan kedeke mezin ji bo Şengalê. Keda hevala Zozan ya beriya fermanê heta roja îro berdewam dike. Hêz û vîna ku wê demê da jinên Êzidî heta niha bihêztir berdewam dike. Îro zarokên me parastina axa xwe dikin, bi saya hevalên mîna şehîd Zozan em bûn xwedî hêz û parastin. Dijmin ji felsefeya jinên azad ditirse. Ji bo wê jî kesayetên pêşengiya vê felsefeyê dikin, hedef digire û wan şehîd dixe. Tevî hemû êrişan jî emê şopdarên riya şehîdên xwe bin.”

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Rîham Hesen jî wiha got: “Hevala Zozan pêşenga şoreşa jinane li çar aliyên Kurdistanê 34 salan kar kir û gel perwerde kir. Li hemberî hemû planan şiyar kir. Mixabin hevala Zozan şehîd bû. Em ji dijminan re dibêjin ku em xwedî şehîd, şervan û egîdanin. Em xwediyên felsefeya Serok Apo ne. Wê tu carî dijmin nikaribin îradeya me tune bikin. Heta ku şervanek me hebe, welatparêzek ku li ser fikrên serok Apo bijî hebe wê têkoşîna azadiyê jî bidome. Wê bi van fikrên azad planên dagirkeran têk biçin.”

Piştî axaftina liser jiyan û tekoşîna Şehîd Zozan sienvizyonek hate pêşandin û bi dirûşmeyên Şehîd Namirin merasî bidawî bû.

(îê/wd)