ROJEVA 18.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Wê li bajaroka Xurmal Festîvala Giyayên Biharî yên Hewraman bê lidarxistin. (10:00)

Hatina serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Bexdayê di rojevê de ye, nerazîbûnên li dijî hatina wî tên nîqaşkirin.

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê diparêzin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 177 rojin agahî nayê girtin.

Çalakiyên bi boneya salvegera Enfalê berdewamin.

Aktivîsta parastina mafê jinan Dilsoz Zengene da zanîn ku ew weke Başûrê Kurdistanê sudê ji ezmûna jinan ya Bakurê Kurdistanê werdigirin û got; “Divê jin di hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de, dengê xwe bidin xwe.”

Kesûkarên enfalkiryan daxwaz ji her du hikûmetên Herêm û Iraqê kirin ku cenazeyên xizmên wan ji gorên komî werin derxistin û vegerîn warê wan. Her wiha gotin: “Bi anîna cenazeyên enfalkiryan re wê dilê me hinek aram be. Hikûmeta demborî ji bo anîna cenazeyên me xemsar nêz dibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zêdetirî sê salane di bin tecrîdeke giran de ye. Destûr ji parêzer û malbata wî re nayê dayîn ku biçin serdana wî û hevdîtinê pêre bikin. Ev rewş jî dibe sedem ku fikar di nav gel û dostên wê de çêbibin. Mamosta û nîvîskarekê bajarê Silêmaniyê jî dibêjin “Divê gelê Kurd daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan bi yek dengî bike. Ji ber ku ew dikare aştiyê bîne û ji bo azadiyê rêbertiya gelê bike.”