Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji Wezareta Edaletê re ku got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê ji mafên xwe digire, wiha got: “Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin.”

Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinên malbatê û parêzeran pêk bên di 7’ê Kanûna 2023’an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiva serlêdanê da û îdia kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 38 meh in tu agahî jê nayên girtin sûdê ji mafên xwe digire.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser medyaya dijîtal ji bo bersiva wezaretê wiha got: “Em bang li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku eşkere bikin herî dawî kengî li Îmraliyê hevdîtina malbatê û parêzeran çêbûyeve.”