Helale li xwaringeha xwe xwarinên Kurdî pêşkeşî mêvanên ji netewên cuda dike

HERÊM QADIR-ROJNEWS

Xweza û jîngeha herêma Hewramanê dibe sedem ku hejmareke zêde ya geştiyaran bikişîne. Ji ber vê yekê jî jinekê kariye karê xwe yê taybet ava bike û her roj li xwaringeha xwe xwarinên Kurdî ji neteweyên cuda re pêşkêş bike.

Helale jineke li bajarokê Biyare yê Hewramanê, bi malbata xwe re karê xwaringehekê dimeşîne. Weke ku ew dibêje ji karê xwe pir keyfxweşe û got; “Karkirina li vir gelek xweşee. Ez rojane bi welatiyên Kurd, Ereb û Fars re mijûl dibim. Ez xwarinên Kurdî pêşkêşî wan dikim.”

Xwediyê xwaringeha Şajin ya bajarokê Biyare jina binavê Helale wiha behsa vekirina xwaringehê dike; “Min çar salin Xwaringeha Şajin vekiriye. Xwarinên me yên Kurdî hene. Ez bi hevjin û zarokên xwe re vî karî dimeşînim û ji karê xwe pir keyfxweşim. Ew plan dikim ku di pêşerojê de xwaringeha xwe mezintir bikim.”

Jina xwedî şiyan tevî ku her roj li xwaringehê dixebite jî, di heman demê de li nexweşxaneya bajarokê Biyare xwarinpêje jî.

Helale li ser awayê çêkirina xwarinên Xwaringeha Şajin jî got; “Em xwarinên xwe bi rûnê Kurdî çêdikin. Mêvanên me ji piraniya bajarên weke Mûsil, Bexda, Tikrît, Silêmanî, Hewlêr û ji Îranê tên.

Li gor daneyên Rêveberiya Geştûgûzara Helebce di heyama 3 rojan de zêdetirî 58 hezar geştiyarên biyanî û navxweyî serdana 36 deverên geştiyarî yên Hewraman û Helebce kirine. Ev ji bo gelên herêmê dahat û vejînek baş ya debara jiyanê ye.

(wd)