Rojnamevanek: PDK hewl dide proseya hilbijartinê ber bi ne zelalî û ne şefafiyê ve bibe

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Hemû partî û aliyên li Herêma Kurdistanê ji bilî PDK’ê, ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê amadene. Rojnamevan Mihemed Osman li ser vê ragihand ku aliyek dixwaze desthilata xwe li ser hilbijartinê ferz bike û neyê pêkanîn.

Amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku biryare di 10’ê Hezîranê de were lidarxistin, berdewamin û piraniya amadekariyan temam bûne. Her hemû alî û partiyên Herêma Kurdistanê ji bilî PDK’ê nav û hejmarên xwe diyarkirine û ji bo hilbijartinê amadene.

Rojnamevan Mihemed Şêx Osman di derbarê proseya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê û amadebûna alî û partiyan de ji Rojnews’ê re axivî.

Mihemed Şêx Osman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku aliyek dixwaze desthilata xwe li ser hilbijartina Herêmê de ferz bike û wiha got: “Pirsgirêka sereke ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê ne bi dem û îradeya aliyên din ve, bi zelalî û yekparçebûna hilbijartinan ve girêdayî ye. Pirsgirêk di nav aliyên ku bi gumanê li proseyê dinêrin heye, bi taybetî YNK bi guman e û dixwaze pêvajoyeke şefaf hebe. Lê partiyek heye ku di lîste û bazineyan de dengên wê pir in û dixwazin hêza xwe li ser hilbijartinan ferz bikin û weke heman şêweyê hilbijartinên berê, ev hilbijartin jî paqijiya xwe winda bike.”

‘Ti sedem û hincetek li pêşiya pêkanîna hilbijartinê bibe asteng nîne’

Rojnamevan Osman di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ti hincet û sedemek nîne ku hilbijartinê paş bixe: “Mesele ne paşxistin yan jî pêşanîna hilbijartinê ye, dibe hilbijartin were paşxistin ku cîgirê serokê PDK’ê xwe paşxistiye. Mesele ewe ku gelo paşxistina hilbijartinê yekparçebûna hilbijartina li herêmê garantî dike yan na, ger garantî hebe, hemû alî amade ne ku hilbijartinan paşve bixin. Her wiha YNK bi dema hatî diyarkirin pabende. Em piştrast in ku ger di dema xwe de hilbijartin bê kirin, dê zêdetir piştgirî ji gel û civaka navdewletî werbigire.”

‘Ger hilbijartin were paşxistin, wê baweriya civaka navneteweyî û Herêmî ji dest biçe’

Mihemed Şêx Osman da zanîn ku PDK ew aliyê ku guman tê kirin ku proseyê ber bi paqijî û şefafiyê ve nebe ye û wiha pê de çû: “YNK pabendî dema ji bo pêkanîna hilbijartinan hatî diyarkirine, da ku baweriya xelkê winda nebe. Ger hilbijartin were paşxistin, wê baweriya civaka navneteweyî û welatiyên Herêmê ji dest biçe. Niha dema wê ye ku em hilbijartinan bi berpirsiyarî û dirustiyeke herî mezin pêk bînin, da ku em ji vê rewşa xetimî derkevin.”

(fk)