Nêzî 10 gundên Koyeyê bê ava vexwarin û ceyran mane

KOYE/ROJNEWS

Li 10 gundên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, ceyran nîne, ava vexwarinê nayê peydakirin û ti xizmetek nayê kirin. Welatî bang li hikumetê dikin ku pirsigirêkên wan çareser bikin da ku gundê xwe çol nekin.

Heftiyeke nêzî 10 gundên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, bê ava vexwarin û ceyran mane, ji ber ku piraniya bîrên avê pêwîstiya wan bi ceyranê heye, lê ceyran jî niha bûye pirsgirêkek mezin û nîne. Aliyên peywendîdar jî vê yekê paşguh dixin û ev pirsgirêk ne di xema wan deye. Derbarê mijarê de niştecihên gundên Koye ji ajansa mere axivîn.

Mişîr Ezîz ku niştecihê gundê Gumetile, dibêje; “Ji 24 saetan, tenê 2 saet ceyrana me heye, ev jî dibe sedem ku gundê me bê av bimîne, ji ber ku ava gund ji bîran tê, lê çend rojin ne ceyran, ne jî ava vexwarinê heye. Nebûna ava vexwarinê, pirsgirêkek mezine, em bang li hikumetê dikin ku pirsgirêka av û ceyranê çareser bike. Her sala diçe, em xwezî li sala borî dixwazin, ji ber ku hikumet nikare pirsgirêkên me çareser bike.

Welatiyek din yê heman gundî ê bi navê Birahîm Seîd jî got; “Pirsgirêk ceyrane, ger ew jî nebe ava vexwarinê jî nabe, jiber ku gundek mezine û xwedî gelek niştecihe. Niha serê werza havînê ye, ger wiha dewam bike wê pirsgirêk mezintir bibe. Niha ne tenê ava vexwarinê nîne, sewalên me jî bê avin, mal jî bê ave û çandiniya me kirî jî ziwa dibe.”

Welatiyê bi navê Îsamîl Seîd jî da zanîn ku ger 5 saetan jî ceyran were berdan, wê hewza avê ya gund tije nebe, divê 10 saet ceyrana giştî hebe, yan jî jeneratorek mezin ji bo ava gund were pêşwazkirin da ku ev pirsgirêk êdî dubare nebe.

Îsmaîl got ku heya niha ti aliyek peywendîdar yê hikumetê serdana wan nekiriye û guh nedaye pirsgirêkên wan û da zanîn heya pirsgirêka ceyranê neyê çareserkirin, wê gund jî bê av be.