Asayîşa Herêmê derbarê teqîna li Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê teqîna li Silêmaniyê de ragihand ku ti ziyanek canî çênebûye û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Danê nîvro li taxa Serçinar ya Silêmaniyê, bombeyek ku berê bi wesayîtekê ve hatibû çandin, teqiya. Li gorî agahiyên bi dest ketine, wesayîta bombe tê de teqiyayî, ya endamê berê yê rêveberiya YNK’ê Eta Serawî bû.

Derbarê bûyerê de Asyîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û hate gotin; “Di saet 12:00’an de li taxa Serçinar wesayîtek teqiyaye û ti ziyanek canî çênebûye. Niha hêzên ewlekariyê, li cihê bûyerêne û lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Li Silêmaniyê bombe bi wesayîtekê ve teqiya