NAVENDA NÛÇEYAN
Hat ragihandin, şeva borî li bakurê Babilê baregehek leşkerî ya Heşda Şebî bi muşekan hat bombebarankirin. Hat gotin di encama êrişê de kesek hat kuştin û heft kes jî birîndar bûn.
Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Babilê bi daxuyaniyek ragihand, şeva borî di saetên dereng de baregeha leşkerî ya Heşda Şebî a bi navê Kalsu bi muşekan hat bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişê kesek hatiye kuştin û heft kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat diyarkirin li baregeha hatî bombebarankirin, depoyek a çek û teqemeniyan jî hebû.
Heta niha nayê zanîn baregeh ji aliyê kêve hatiye bombebarankirin. Ti hêz û welatek jî berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.
(kş)