Emerîkayê têkildarî êrişa li ser baregeha Heşda Şebî daxuyanî da

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) têkildarî êrişa ku duh bi şev li Babilê li dijî baregehek Heşda Şebî çêbûyî daxuyaniyek da û ragihand ti peywendiya wan bi êrişê re nîne.

Şeva borî di saetên dereng de li parêzgeha Babil ya Iraqê li dijî baregehek ya Heşda Şebî êrişa bi muşekan pêk hat di encama êrişê de kesek mir û heft kes jî birîndar bûn.

CENTCOM’ê têkildarî êrişê daxuyaniyek belav kir û got: “Hinek nûçe û zanyarî hatine belavkirin ku hêzên me êrişî baregehek leşkerî ya li Iraqê kirine. Ev nûçe dûrî rastiyê ne. Emerîkayê şeva borî li nava xaka Iraqê de ti êrişek pêkneaniye.”

(kş)

Baregehek ya Heşda Şebî hat bombebarankirin