‘Welatiyên Herêmê dadgehên Iraqê ji bo pirjiniyê bikartînin’

GERMIYAN

Li Herêma Kurdistanê ji ber hebûna yasayên mercdar ên pirjiniyê, amar her ku diçe kêm dibe. Lê Parêzer Suad Hemîd diyarkir welatiyên Herêmê ji bo anîna jina duyem û sêyem diçin dadgehên Iraqê  û vê yekê jî bêy razîbûna hevjîna yekem dikin.

Ji ber serdestiya dadgehên Iraqê ya li deverên dikevin nava madeya 140 de, gelek mêr ji Herêma Kurdistanê ji bo pirjiniyê berê xwe didin bajarê Xaneqîn û bajaroka Qeretepe ku ser bi dadgehên Iraqê ne û nêzî herêma Germiyanê ne. Ji berku li dadgehên Iraqê heta niha pirjinî serbeste. Di derbarê vê mijarê de Parêzer Suad Hemîd ji ajansa me re axivî.

Parêzer Suad Hemîd di destpêkê de behsa sererastkirina yasaya taybet bi zewaca duyem kir û got: “Di sala 2008’an de Parlementoya Herêma Kurdistanê yasaya berê hebû sererastkir û hin merc ji bo anîna jina duyem danî. Her wiha biryar hat dayîn kesê yasayê binpê bike, wê ji şeş ta salek cezayê girtîgehê  û cezayê madî lê were birîn.”

Di dewamê de Parêzer Suad Hemîd diyarkir di sala borî de li dadgehên Herêma Kurdistanê 83 proseyên hevjîna duyem hatine tomarkirin û got: “Lê li dadgehên Germiyanê ti proseyên anîna jina duyem nehatine tomarkirin. Sedemê wê jî ji ber bicihanîna yasaya hatî sererastkirine. Her wiha li nezî Germiyan li hinek dadgehên ser bi hikûmeta Iraqê ji ber li gor yasayên kevin kar dikin, anîna jina duyem rê pê tê dayîn. Ji ber wê hin kes diçin li wan dadgehan karûbarên yasayî yên anîna jina duyem pêktînin.”

Parêzer Suad diyarkir ti amarek fermî li ber destê wan de nîne ku bizanin xelkê Herêmê çiqas li dadgehên Iraqê proseya hevjîna duyem pêktînin û got: “Kesên ku vê yekê dikin bi awayek asan li dadgehên Iraqê bi taybetî jî li dadgeha Xaneqîn û bajaroka Qeretepe proseya hevjîna duyem pêktînin. Vê yekê jî bêy ku razîbûna hevjîna yekem hebe û rûbirûyê ti cezayek bibin dikin.”

Di derbarê bandorên xirab a hevsergeriya duyem jî Parêzer Suad Hemîd got: “Ev cûrê zewacê ne dadperweriyeke di nava malbatê de. Ji bona wê pêwîstî bi çavdêriya vê rewşê heye û rê neyê dayîn ku bi asanî zilam jina duyem bîne. Ev dibe sedema malbat ji hev belav bibin. Ji berku dema zilam jina duyem tîne, jina yekem daxwaza ji hev cûdabûnê jê dike. Her wiha hin ji van zewacên bi vî rengî jî zêde dom nakin û ji hev cûda dibin.”

(kş)