Polîsên Elmanyayê Rêber Ocalan weke ‘Fîlozofê Kurd’ pênase kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Di malpera fermî ya polîsên paytexta Elmanya Berlînê de, Rêber Ocalan weke ‘fîlozofê Kurd’ hate pênasekirin.

Di 27’ê vê mehê de polîsên paytexta Elmanya Berlînê, di malpera xwe ya fermî de li ser kar û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê di saet 14:00’an de çalakiyek were lidarxistin.

Di daxuyaniya polîsan de Rêber Ocalan weke ‘Fîlozofê Kurd’ hate pênasekirin û wiha tê gotin; “Çalakî wê ji bo eşkerekirina tenduristî û rewşa fîlozofê Kurd Abdullah Ocalan pêkwere.”