Barzanî bi razîkirina Iraqê hilbijartina parlamentoya herêmê paşxist!

NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya jibo paşxistina parlamentoya Herêma Kurdistanê, digihi encamê û dibe ku hilbijartin were paşxistin. Di demek nêzîk de wê bi aliyên herêmê re bicive û demek nû ji bo hilbijartinê were diyarkirin.

Du rojin serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye, armanca sereke ya serdana Barzanî hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku biryare di 10’ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên bi destê ajansa me ketine, Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe ya jibo Bexdayê de, kariye serkirde û aliyên Iraqî ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê razî bike.

Di serdanê de serkirde û aliyên Iraqî ji bo Nêçîrvan Barzanî ragihandine ku ew berpirse hilbijartin were paşxistin û çi dema bi aliyên Herêma Kurdistanê re lihevkirin, demek jêre jî diyar bikin.

Li gorî agahiyan Nêçîrvan Barzanî jibo hilbijartinê behsa du deman kiriye, ya yekem Mijdara 2024’an ya duyem jî Cotmeha 2025’an ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê û bihevre were kirin. Ji bo vêjî aliyên Iraqê jî ji bo van her du dîrokan, Nêçîrvan Barzanî erkdar kirine ku ew bi xwe diyar bikin.

Piştî du rojan ku Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokkomar, serokwezîr, aliyên siyasî yên Iraqê, îdareya Dewlet re civiya, duh bi şev vegeriya Hewlêrê.

Herwiha ligorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî ji hinek serkirdeyên Iraqê xwestiye bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicivin û wî jî ji bo paşxistina hilbijartinê razî bikin. Tê gotin serkirdeyên Iraqê jî jibo vê daxwaza Barzanî soz dane.

Li gorî çavkaniyek din, Nêçîrvan Barzanî di civînan de dijî paşxistina hilbijartinê nerazîbûn nîşan daye, lê ragihand ku Mesud Barzanî biryara xwe ya dawî daye û gotiye wê ne PDK tevlî hilbijartinan bibe, ne jî bihêlin sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê bên danin. Wê ev jî rewşa Iraq û herêmê ber bi aloziyê ve bibe.

Tê gotin Nêçîrvan Barzanî bi hinek balyozên welatên cîhan û herêmê re jî civiya ye û wan jî hişyarî dane Barzanî ku nabe aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê were tevlîhevkirin. Ji bo vê jî ragihandine ku eger paşxistina hilbijartinê bibe sedema aramiyê, wê demê bila ji bo demek din hilbijartin were paşxistin.

Divê serdana Nêçîrvan Barzanî de, bi piştgiriya serkirde, aliyên siyasî yên Iraq û balyozên welatên cîhanê, biryara paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê tê dayîn û wê demek nêzîk de serokatiya herêmê bi aliyên siyasî yên herêmê re jî bicive.

Hewldanên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de di demek wisan deye ku wê di 7’ê Tîrmeha îsal de jî dema yasayî ya Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê jî dawî bibe, bi vê re jî yan wê çarenûsa hilbijartinê bikeve destê saziyên herêmê, yan jî wê hilbijartin ji bo Cotmeha sala 2025’an were paşxstin ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê.