Berpirsê YNK’ê yê Şengalê: Gel gihîştiye wê baweriyê divê vegere ser axa xwe

ÎBRAHÎM ÊZIDİ-ROJNEWS

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya Şengalê û Endamê Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Dawid Cindî diyar kir, planên vegerandina koçberan ya hikûmeta Iraqê û NY’ê pêk ne hatine, lê vê carê biryar hatiye dayîn heya meha Tîrmehê hemû kampan bigirin û got: “Êdî gelê me jî gihîştiye wê baweriyê ku divê vegerin ser cih û warê xwe.”

Berpirsê Malbenda YNK’ê û di heman demê de Endamê Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Dawid Cindî xebatên Kordînasyonê, astengiyên li pêş diyarkirina qeymeqam û postên din ên îdarî yên Şengalê, vegera koçberan ji ajansa me re axivî.

‘Kordînasyona me ji bo parastina Şengalê ji êrişan dixebite’

Cindî têkildarî  kar û barên kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê diyar kir, ew hewl didin Şengalê ji nakokî û şerên herêmî û navnetewî biparêzin û wiha axivî: “Ji dema kordînasyona me ava bûye heya niha, hewl dide mafê xelkê Şengalê ji hemû pîlanên navxweyî û navdewletî biparêze û dixwaze bi yek dengî parêzvaniya kar û xebatên xwe bike. Timî kar û xebatên me di çarçoveya parastina Şengalê de ye. Di hevdîtinên ku em dikin de jî daxwaza me ya sereke ewe em Şengalê ji nakokiyên siyasî, leşkerî û civakî dûr bigirin.”

‘Em erkên xwe yên mirovî û nîştîmanî li beramber Şengalê pêktînin’

Dawid Cindî di dewama axaftina xwede îşaret bi berpirsiyariyên din ên kordînasyonê li beramber civaka Êzidî kir û wiha axivî: “Civaka me ji ber di fermanê re derbasbûye, di warê derûnî de jî zehmetiyeke mezin kişandiye. Ji bo ev zehmetiyên ku kişandiye derbas jî bike û xwe li ser piyê xwe bigire jî dem jê re divê. Ji ber vêya em weke kordînasyon di heman demê de erkên xwe yên mirovî, nîştîmanî û neteweyî ya beramber civaka xwe jî pêktînin, ji bo careke din di ferman û malwêraniyê re derbas nebe.”

‘Li pêş diyarkirina îdareya Şengalê astengî hene’

Tevî ku bi hemane hilbijartinên parêzgehan çêbûye û parêzgerê Nînowayê hatiye diyarkirin jî, heya niha qeymeqam û mûdîr nahiyeyên Şengalê ne hatine diyarkirin û wiha axivî: “Li gorî qanûnên Iraqê li kuderê valahiyên yasayî hebin, divê ew der bê dagirtirin û mijara îdareyî bê çareserkirin. Ji bo Şengalê jî ev demeke li ser diyarkirina îdareyeke nû kar tê kirin û hewl tê dayîn çareser bikin. Ji bo diyarkirina qeymeqam heya 15’ê Gûlanê dem hatiye dayîn. Lê li meclîsa parêzgeha Nînowayê li ser qeymeqamtiyê nakokiyên aliyan heye û ev jî asteng dike. Ji bo ev astengî bêne derbaskirin jî pêwîste yasa werin pêkanîn.”

‘Iraqê nekariye pîlanên vegerê pêkbîne, lê gelê me biryara vegerê daye’

Berpirsê Malbenda YNK’ê Dawid Cindî da zanîn heya niha gelek caran hikûmeta navendî ya Iraqê biryarê daye, koçberan vegerîne lê nekariye pêkbîne û got: “Heya niha ti biryareke vegerandina koçberan ya Iraqê neçûye serî. Ji sala 2021’an ve biryar hatiye dayîn, kampên koçberan werin valakirin, lê biryara wan neçû serî. Niha jî biryar hatiye dayîn heya meha Tîrmehê hemû kamp vala bikin. Dê vê yekê jî dibin çavdêriya Wezareta Koç û Koçberan de bikin. Bi kêmahî jî bin, alîkarî ji bo gel tên dayîn û hewl tê dayîn xelk vegerînin. Ev mijar di rojeva NY û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye. Lê gelê me bixwe jî gihîştiye wê baweriyê ku divê vegerin ser cih û warê xwe.”

(kş)