Li Şarezûr welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Zerayenî yê Şarezûrê welatiyekê 50 salî li rastî êrişa çekdarî hat, piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Zerayenî yê navçeya Şarezûrê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê welatiyekê 50 salî li rastî êrişa çekdarî hat, piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat hîn bûn ku 4 gule li bedena wî ketine.

Derbarê bûyerê de ji aliyê polîs û hêzên ewlekariyê yên Şarezûrê ve lêkolîn û lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin.

Berpirsê Beşê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Şehîd Reûf Beg, Kemal Ehmed derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivî û got; “Îro di saet 16:45’ê de cenazeyê welatiyêkê anîn nexweşxaneyê ku 4 gule li bedena wî ketibûn û di cih de jiyana xwe ji dest da. Temenê wî nêzîkî 50 sal bû, piştî tedbîrên tenduristiyê cenazeyê wî ji bo otopsiye rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê.”

Li gor agahiyên bi dest ajansa me Rojnews’ê ketine, kesê ku hatiye kuştin xelkê bajarokê Zerayenî yê girêdeyî navçeya Şarezûrê ye, sedemê kuştina wî jî vedigere pirsgirêkeke civakê ya kevin bi kujerê wî re.

(wd)