Rewşa tenduristiya girtiyê siyasî yê Kurd yê di grevê de xirabe

NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Keywan Reşozade ji bo nerazîbûna xwe li hember reftara nebaş ya xebatkarên girtîgehê û rewşa nebaş ya girtîgeha Ûrmiyeyê ev du hefte ye dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Girtiyê siyasî yê Kurd yê ji bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê Keywan Reşozade, ji bo nerazîbûna xwe li hember kiryarên xirab yên karmendên girtîgehên Îranê û rewşa nebaş a wî li girtîgeha Urmiyê ev du hefte ye dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, rewşa girtiyê Kurd Keywan Reşozade ya tendirustiyê ber bi xirabiyê ve diçe û ne arame, ev yek jî bûye sedema nîgeraniya çalakvanên mafên mirovan û malbata wî.

Nazdar Rudsaz dayika girtiyê siyasî yê Kurd Keywan di vîdyoyekê de ku ji aliyê Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li ser hesaba X’ê hatiye belavkirin, derbarê rewşa kurê xwe de axivî û dilgiraniya xwe ji rewşa tenduristiya kurê xwe anî ziman û got; “Kurê min Keywan di rojên dawî de ji aliyê karmendên girtîgehê ve kelepçe kirin, îşkence lê kirin û xistine di hucreya yek kesî de.”

(wd)