NAVENDA NÛÇEYAN
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Basilê bicih bûne, agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya girêdayî bajarê Efrînê dixin.
Li gorî agahiyên ji aliyê ANHA’yê derbas kirine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Basilê bicih bûne agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî dixin. Li hember wê jî şêniyên her du gundan ji bo pêşiya agir bigirin di nava amadekariyê de ne.