Klîba îrade û azadiya jinê ‘Egrîce’ hate belavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Klîba hunerî ya ‘Egrîce’ ku sê dengbêjên navdar yên jin bi hev re dibêjin û ji aliyê Rêkxistina Merziye ve hatiye hilberîn û behsa îradeya azadiyê ya jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dike, weke klîbeke bi temamî cuda û taybet hate belavkirin.

Klîba ‘Egrîce’ weke yekemîn berhema Rêkxistina Merziyeye ya ji bo pêşxistina şiyanên hunerî yên jinan ku li ser kanala taybet ya Rêkxistina Merziye hatiye belavkirin.

Her sê dengbêjên navdarên Kurd yên jin Esrîn Seferî, Jîwer Husên û Julya Husên dibêjin û di heman demê de di klîbê de rol dileyin.

Her wisa karê derhênerî û awazê ji aliyê hunermendê ciwan Pêşewa Remezan hatiye kirin û gotinên klîbê jî ji alyê Seher Mûêzî ve hatiye nivîsin.

Şêwazê klîbê bi temamî ji şêwazê klîbên hunerî yên Başûrê Kurdistanê cuda hatiye kişandin ku 41 kes weke rol di klîbê de dileyîzin. Derhênerê govend û leyistinên di klîbê de ji aliyê mamosta Firyad Hesen ve hatiye kirin.

Têkildarî karkirina di vê klîbê de hunermend Jîwer Husên ku yek ji hunermendên di klîbê de dengbêjiyê dibêjê, taybet ji ajansa me Rojnews’ê re axivî û hestên xwe wiha anîn ziman; “Dema ku hunermend Pêşewa Remezan destpêkê ji min re behsa vê klîbê kir, bi rastî ez ketim dudiliyê ku gelo emê bikaribim vê klîbê çêbikin yan na. Piştre min awayek ji xwe bawer û bi keyfxweşî biryar da ku em vê klîbê çêkin û karekê min yê hunerî ji bo jinan û Kurdistanê hebe.”

‘Jin jiyanê tîne dînyayê’

Fikra vê klîbê ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ derketiye û tê de behsa redkirina hişmendiya baviksalarî û anîna holê ya jiyaneke wekhev dike. Jîwer Husên derbarê jinê û klîbê de wiha got; “Jin ewe ya ku jiyanê diafrîne. Her jinek jiyanê tîne dinyayê. Divê ev bibe çavkaniyeke gelek bedew ya hunerî û karekê mezin li ser bê kirin.”

 

‘Di dema tomarkirina vê klîbê de min hest dikir ku ji bo jinan ji kûrahiya dil staranan dibêjin’

Hunermend Jîwer di dewamê de behsa zehmetiyên di dema tomarkirina klîbê de kir û wiha got; “Ji ber ku kişandina klîban karekê sade û hêsanî nîne, ji bilî ku piştplaneke nîştimanî û jinê ya klîbê heye, gelek westandin û kedeke mezin di kişandina vê klîbê de heye. Destpêkê min wisa zanî ku gelek hêsane. Lê gelek zehmet bû. Hemû tevger û govendên di klîbê de, di dema tomarkirinê de hesteke zêdetir b imin re çêkir. Min di wan kêliyan de hest dikir ku ji bo jinan ji kûrahiya dilê xwe stranan dibêjim.”

Ji bo kişandina vê klîbê di warê nivîsîna gotinên stranan, danîna awaz, perwerdeya leyîstina govendan salek xebat li ser hatiye kirin heta ku temam bûye. Jîwer Husên di derbarê de wiha got; “Piştî ku me biryar da vê klîbê bikişîn, me nêzîkî du mehan bênavber li ser perwerdeya awaz û stranê xebitî û piştre me deng tomar kirin. Her wisa di dema kişandina dîmenên klîbê de jî em gelek westiyan.”

‘Ev hêvî dikim ev klîbe wateye din ya bedewiya Jin, Jiyan, Azadî bigihîne’

Di dawiyê de hunermenda dengbêja jin ya navdar Jîwer Husên hestên xwe wiha anîn ziman; “Ez hêvî dikim piştî belavkirina vê klîbê perspektîfek din li pişt peyva jin hebe û wateyeke din ya jinê bigihîne. Her wiha bikaribe wateyeke din ya Jin Jiyan Azadî bigihîne.”

Hinek wêneyên ji klîbê

(wd)

Agahiyên derbarê Rêkxistina Merziye de:

Rêxistina Merziye, bi hêza jinê çand û hunera Kurdî diparêze