CÎK-Mexmûr: Xwe nedin gel zaliman

 Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) ya şaxê Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava KCK’ê. Mele Şîrîn axivî û da zanîn ku divê her kes li dijî zordariyê serî rake, ji ber ku xweda dibêje, pêwîste bi meylek biçûk jî be hun xwe nedin gel zaliman.”

 Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) ya şaxê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava KCK’ê.

Mele Şîrîn di axivî û da zanîn ku ew weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya şaxê Mexmûrê piştgirî didin pêngava KCK’ê. Mele Şîrîn di dewama axaftina xwe de got; “Xudê teale eza wecela di sûretê Hût de dibêje, pêwîste bi meylek biçûk jî be hûn xwe nedin gel zaliman, eger hun biçin gel zaliman hûnê di agirê cehenemê de bêne şewitandin. Dîsan pêxember (ss) dibêje ez ji wî neyarê ku li himberî umeta min şer dikin, umeta min di şer de bintêxin ez ji wan natirsim. Ez ji fitne û fesadiya wan ditirsim. Ji ber ku eger umeta min bi ya wana bike, wek wan tevbigere wê bikeve nava fitne û fesadiyê, eger li himberî wan rabe wê ji aliyê wan ve were qetilkirin.”

Mele Şirîn bi bîrxist ku ew weke gelê Kurd bi taybet gelê wargeha Mexmûr ji bo nekevin fitneya zordarên weke Erdogan, ew serê xwe ticarî natewînin û wiha pêde çû: “Pêxemberan jî ferman kiriye ku divê li hemberî zilmê mirov têkoşîn bike. Ji ber ku em jî li hemberî zilma heyî derdikevin. li Amed, Efrîn û Serê Kaniyê em tên qetil kirin. Qebulkirina zilmê li ser musilmanekî ne caîze.”

Her wiha Mele Şirîn di dawiya axaftina xwe de got; “Em weke CÎK a wargeha Memxmûr bang li hemû musilmanên cîhanê  dikin ku her kes li himberî vê zilma li ser Kurdan heyî dengê xwe bilind bike. Bang li oldarên Tirk jî dikîn da ku vê zilmê bibînin.”

(ah-xt)