PDK li ser navê Herêma Kurdistanê li Bexda li pey berjewendiyên xwe ye

Di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê mijar û pirsgirêkên nehatine çareserkirin hene ku ji piştî rûxîna rejîm BAAS çêbûne û heta niha jî nehatine çaresekirin. Sedema vê jê dualiye ku PDK naxwaze çareser bike û li Bexda jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan kelem nekêmin.

Dosyayên herî girîng ên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser nakokî hene, mijara neft, gaz, bûdce, mûçe û dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pêşmerge, desthilatên herêmê, madeya 140 û hinek mijarên din in ku heta niha kabîneyên hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê nekarîne çareser bikin.

Yek ji astengiyên herî sereke ya li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, PDK ye ku dest daniye li ser wan dosyayên ku berjewendiyên hizbî û malbatî têde ne. Bi taybet dosya neft, gaz, bûdce, dahata navxweyî û pêşmerge.

Di nava salên borî de, PDK hinek peymanên nepanî û veşartî têkildarî neftê kirine û dirûşmeya aboriya serbixwe bilind kiriye, her çiqas YNK di vir de hevkar û piştgirî kirî be, lê piştre PDK’ê tevahiya van dosya kontrol kir û YNK ji hemû şirîkatiyan dûr xist. Ji derveyî vê li serdestê Nêçîrvan Barzanî peymana 50 salî li gel Tirkiyeyê hate îmzekirin. Niha ev peymana neftê ya hatiye îmzekirin li serê xelkê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî bûye bela.

Ji dema ku PDK’ê bi riya hikûmeta aboriya serbixwe ragihand ve, Bexda mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê biriye û hikûmeta navendî di bûdceya salane de, erk, berpirsyartî û maf ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye, lê ji ber siyaseta PDK’ê ya zeftkirinê, hikûmeta Herêma Kurdistanê neft û dahatê radestî Bexda nake û peymanên neftê ji xelkê, hikûmeta navendî û saziyên çavdêriyê, aliyên siyasî û medyayê diveşêre.

Salane li gel amadekirina bûdceya giştî ya Iraqê, hatinûçûna şandeyên Herêma Kurdistanê yên ji bo Bexda destpê dike. Lê, van şandeyan tenê nêrîn, biryar û siyaseta PDK’ê dibin Bexda û guftûgo li ser dosyayên berjewendiyên PDK’ê dikin ku peywendî bi dahat û pereyê ku rasterast didin berjewendiyên PDK’ê ve heye.

Çavkanî û sedema sereke ya pirsgirêka Herêma Kurdistanê û Bexdayê, tenê eve ku PDK dosyayên Herêma Kurdistanê kontrol kiriye, ji derveyî vê desthilata vê herêmê ketiye destê malbatekê. Ev jî rê nade ti kesek ji vê dosyayê agahdar bibe û şêwirê jî bi ti kes û aliyekê nake. Tişta ku pirsê çêdike, ewe ku deng û kursiyên aliyên  din ji yên PDK’ê zêdetir in, ji bo çi heta niha nekarîne sînorekê ji bo desthilata PDK’ê deyîn û Herêma Kurdistanê bêxin li ser riya wê ya rast.

PDK di hemû şandeyên bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û dewletên din, formekî hizbî heye û hemû nêzî malbata Barzanî ne. Berê Mesûd Barzanî ev hemû şande kontrol kiribû, lê niha herdu pismaman kontrol kirine. Partiyên din jî ev rastî qebûl kirine û heta astekê ji yekdestiya wan razî ne û li hemberî vê yekdestiyê ti berteka wan tine ye.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  bi riya ragihandinê wiha li Kurdan dike ku ji bo daxwazên wan diçe Bexdayê, lê li wir qala neft, gaz û para zêdetir a dahata Iraqê dike, ne ji bo xelkê Herêma Kurdistanê, belku ji bo PDK’ê û di nava PDK’ê de jî ji bo malbata Barzanî.

Di serdana dawî ya şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê çûbî, qala neft, gaz û berjwendiyên hizbî hate kirin. Di vê çarçoveyê de ji 15 daxwazên şandeya PDK’ê ku taybet ji bo mafên neft û gazê bû, hikûmeta Iraqê jê 10 red kir.

PDK heta ku berjewendiyên darayî û aborî metirsiya cidî li ser çêbibe, di asta bilind de serdana Bexda nake, Mesur Baranî bi xwe ji ber pozbilindiya xwe ku xwe ji hikûmeta Iraqê mezintir dibîne, ne amadeye weke serokwezîr biçe Bexda.

(ab)