Nasnameya endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku li Silêmaniyê bû hedef diyar bû

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Li dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê êrişeke suîqestî pêkhat. Hat zanîn ku navê kesê êriş lê hatî kirin, Hûseyîn Arasan e û xelkê Mêrdînê ye. Ev ne êrişa yekem ya dijî welatparêzên Kurd e, heya niha li Silêmaniyê gelek welatparêz bûne hedefa MÎT a Tirk û hatine qetilkirin.

Li Silêmaniyê dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê êrişeke sûqestî pêkhat. Gorî agahiyan 3 gule bi bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneyê û niha dibin çavdêriya dixtoran deye.

Êrişa sûqestî li ber derê komeleyê pêkhat û nayê zanîn ji aliyê kêve pêkhatiye.

Derbarê nasnameya endamê komeleyê de agahî ketin destê me.

Li gorî agahiyan navê kesê êriş lê hatî kirin, Hûseyîn Arasan e û xelkê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye. Hûseyîn Arasan li bajarê Tirkiyeyê Izmîrê di sala 1978’an de ji dayîk bûye. Gorî agahiyan Hûseyîn ji ber doza siyasî demek bû ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bibû û niştecihê Silêmaniyê bû.

DÎROKÊN ÊRÎŞÊN SÛÎQESTÊ YÊN MÎT’Ê Û HEVKARIYA SÎXURAN

Di serî de 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.

Ev ne êrişa yekem e!

Hêjayî gotinê ye ji sala 2021’an ve gelek caran MÎT a dewleta Tirk a dagirker, li bajarê Silêmaniyê welatparêzên Kurd dike hedef û qetil dike. Heya niha jî kujerên wan nehatine girtin û Hikumeta Herêmê bêdengiya xwe diparêze.

Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.

Bi rêzê ve şeva 17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê heta îro jî derbarê vê bûyerê û dîsa kujeran de ti agahiyek nehate parvekirin.

Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28’ê Tebaxa 2022’an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin.

Dîsa li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê 4’ê Cotmeha 2022’an Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê 17’ê Nîsana 2023’an di encama êrîşeke çekdarî de li hemberî Huseyîn Turelî hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrîşek çekdarî hatibû kirin û birîndar bûbû.

(nr)