Mamostayên wanebêj peyamek arasteyî parlamenterên Kurd kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Mamostayên wanebêj yên Herêma Kurdistanê bang li parlamenterên Kurd yên Parlamentoya Iraqê  kirin ku ji bo tayînkirina wan di guhertina yasaya bûdceyê de cih bigire, hewlên cidî bidin, gotin ku ew piştî gotinên Sûdanî bêhêvî bûne.

Desteya Nûnerên Mamostayên Wanebêj yen Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de peyamek arasteyî parlamenterên Kurd yên li Parlamentoya Iraqê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke nûnerên mamostayên wanebêj yên Herêma Kurdistanê, em bang li hemû parlamenterên Kurd yên li Parlamentoya Iraqê dikin ku di çarçoveya guhertina yasaya bûdceyê de ku biryare di demeke nêzîk de ji bo guftûgokirinê were parlamentoyê, hewlên cidî bidin ji bo tayînkirina mafê mamostayên wanebêj tê de cih bigire.”

Mamosteyên Wanebêj yên Herêma Kurdistanê got; “Niha hejmara mamosteyên wanebêj yên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 37 hezar û 734 mamosta ye, li benda hewlên we ne ku sala bê careke din pêvajoya perwerdeyê nekeve ber metirsiya boykot û xwepêşandanan.”

(wd)