Li Xurmal Festîvala Giyayên Biharî dest pê kir

HEWRAMAN

Bi armanca giringîdana bi giyanên biharî û afirandina derfetên kar ji bo ciwanên deverê, Festîvala Giyanên Biharî li bajaroka Xurmal a Helebceyê hat destpêkirin. Wê festîval sê rojan berdewam bike.

Îro li bajaroka Xurmal a ser bi parêzgeha Helebceyê Festîvala Giyayên Biharî yên Hewreman hat destpêkirin.

Yek ji berpirsên festîvalê Emîn Zelmî li ser festîvalê axivî û got: “Wê festîvala me sê rojan berdewam bike. Armanca festîvalê afirandina defetên kare ji bo wan ciwanên bêkar ku diçin çiyayên Hewraman giyayên Biharî kom dikin. Li festîvalê de bêy pere me cih bi wan ciwanan daye ku berhemên xwe li gor nirxê bazarê bifiroşin.”

ئەمین زەڵمی

Xalid Osman jî yek ji beşdarvanên festîvalê ye. Xalid got: “Min jî bi gelek cûrên giyayên Biharî tevlîbûna xwe ji festîvalê re çêkiriye. Ev giya yên çiyayên Hewramane û li vê derê difiroşîn welatiyan. Ji bilî firotinê ev giya wek derman jî ji bo tendirustiya mirovan gelek başe.”

خالید عوسمان

Xalid da zanîn ku festîval sudek baş daye wan daku ew berhemên xwe bifiroşin û got, nirxê berheman ji hezar dînarî destpê dike ta çar hezar dînarî diçe.

(kş)