Festîvala Perî ya Qeladizê di roja duyemîn de bidawî bû

QELADIZÊ-ROJNEWS

Festîfala Perî ya ya zêdetirî 50 jinên destrengîn ku taybete bi destrengîniya jinan û keda jinan li Qeladizê di roja duyemîn de dewam dike, heta niha nêzîkî pênc hezar kesan serdana festîvalê kirine.

Festîvala Perî li Parka Şar ya Qeladizê bi dirûşemeya ‘Dilopên xwîna şehîdên karesat û Raperînê bûne îlhama me ya nûjeniya pêşerojê’ di salvegera bombebarana Qeladizê de duh bi beşdariya zêdetirî 50 jinên destrengîn destpê kir, îro bidawî bû.

Festîval ji aliyê Mala Çandê ya Qeladizê û Weqfa Kerîmî Eleke ve hat organîzekirin. Di festîvalê de 50 jin bi karên destan, xwarinên Kurdî, tabloyên wêneyan, cilûberg û gelek berhemên din beşdarî festîvalê bûn.

Li gor agahiyên ji aliyê çavdêriya Festîvala Perî ve hatine dayîn, di du rojên festîvalê de, rêjeya firotina berhemên zêdetirî 50 jinan 10 milyon dînar bûn, herwiha di van du rojan de nêzîkî 5 hezar kes beşdariya festîvalê kirine.

Herwiha hate eşkerekirin ku di festîvalê de zêdetir xwestek li ser karên dest yên jinan û piştre jî li ser xwarin, şirîniyan hebû. Herwiha biryare Festîvala Perî bê berfireh û mezin kirin û ji sînorê herêma Raperîn derkeve, li bajar û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê jî bê lidarxistin.

(wd)