Li Silêmaniyê mûzexaneyek ji bo hunermendên koç kirine hat vekirin

SILÊMANÎ

Li Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê mûzexaneyek bi navê ‘Mûzexaneya Netewesazan’ ku taybete bi berhem û bîranînên hunermendên koçkirî yên Silêmaniyê, hat vekirin.

Îro li Silêmaniyê li salona Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê bi amadebûna berpirsên rêveberiyê, hunermend û kesûkarên hunermendên koçkirî, ‘Mûzexaneya Netewesazan’ hat vekirin. Di mûzexaneyê de kelûpel û berhemên 37 hunermendên koçkirî yên şano, drama û sînemayê hatine nîşandan.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû hunermendên koçkirî destpêkir.

Têkildarî vekirina mûzexaneyê Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Dr.Muhsîn Edîb ji çapemeniyê re axivî û got: “Li cem me gelek giringe ku nav û dengê van hunermendên koçkirine zindî bimîne. Hunermendên koçkirîn ji vêya zêdetir heq dikin em ji bo wan bikin. Me xwest em navek cûda li mûzexaneyê bikin, mebesta navê me lê kirî ewe ku hunermend ew kesin ku netewê saz dikin. Ji berku yên ji beriya aliyên siyasî û serkirdeyan netewan avadikin hunermendin.”

موحسین ئەدیب

Beyan Zerîfî ku xwediyê vê fikra vekirina mûzexaneyê ye, ji çapemeniyê re axivî û got: “Fikra vekirina vê mûzexaneyê vedigere beriya deh sal ji berê niha. Armanca vekirina mûzexaneyê ewe ku kelûpelên hunermendên koçkirîn, li gel jiyanama wan em li vê mûzexaneyê de biparêzîn. Ji bilî vê mûzexaneyê fikrek din jî min heye ew jî çêkirina peykerên hemû hunermendên koç kirine ye. Ev alîkariyeke başe ji bo hunermendan.”

بەیان زەریفی

Hunermend Hawrê Qadir Reşîd jî li ser giringiya vekirina mûzexaneyê got: “Ev mûzexane ji bo nifşên siberojê gelek giringe. Lê em hunermend ruhê hevrêyên xwe yên koçkirine dibînin. Min bi piraniya van hunermendên koç kirîn re kar kiriye. Gelek bîranînên me yên xweş bi hevre hebûn. Bi taybetî hunermend Aso Omer Siware wisan kir ku ez dest ji cixareyê berdim. Rojek ji beriya ew koç bike, daxwaza dest jê berdana cixareyê ji min kir û min jî li ser daxwaza wî dest jê berda.”

 

(kş)