Li Amerîkaya Latîn karesata jîngehê bi awayekî rekor hat tomarkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku fenomena El Nîno û guherîna avhewayê di sala 2023’yan de li Amerîkaya Latîn rê li ber gelek rekorên karesata jîngehê vekir.

Sekretera Giştî ya WMO’yê Celeste Saulo diyar kir ku sala 2023’yan li Amerîkaya Latîn û Karayîp bû “saleke ku karesatên avhewayê yên rekor” pêk hatin.

Par li herêmê 67 karesatên meteorolojî, hîdrolojîk û avhewayê qewimîn. Ji sedî 77 jê bûyeran bi bahoz û lehiyan re têkildar bûn.

Li gorî raporê, di nav van karesatan de bahoza Otis jî heye ku havîngeha Acapulco ya Meksîkayê wêran kir û herî kêm 45 kes mirin.

WMO’yê zêdebûna van bûyerên giran bi El Nîno û guherîna avhewayê ve girê dide. El Nîno fenomenek hewaya xwezayî ye ku bi germbûna rûyê okyanûsa li Pasîfîkê ya tropîkal re têkildare û bi giştî ji du salan heya heft salan carekê pêk tê.

Li herêmê rekorên germahiyê jî hatin tomarkirin. Li Bakurê Meksîkayê bi pileya 51.4 germahiya rekor hat jiyîn. Li Amerîkaya Başûr ya Navîn jî germa dijwar çêbû û li gelek deveran daristan şewitîn.

WMO’yê diyar kir ku bilindbûna asta behrê her ku diçe leztir dibe û cemed dihelin. Qeşaya Echaurren Norte ya li Şîlîyê di navbera salên 1975-2023’yan de bi qasî 31 metre av winda kir.

WMO’yê daxuyand ku peydakirina karûbarên hewa û avhewa li Amerîkaya Latîn û Karayîpan “nebes” bû û bi vê yekê re bal kişand ser zêdekirina fişara li hember guherîna avhewayê ya di sektora tenduristiyê de pêk tê.