Li Çemçemalê, li ser giringiya parastina jîngehê semînerek hate dayîn

ÇEMÇEMAL-ROJNEWS

Zanîngeha Çermo ya Çemçemalê, bi armanca parastina jîngehê semînerek ji bo Dr. Mihemed Xanî lidarxist. Di semînerê de peyama divê li ser me hemûyan parstina jîngehê wek bêhnstandinê bibe merc û bibe erkek rojane hate dayîn.

Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Çermo, li hola zanîngehê ya li bajarokê Çemçemal a  ser bi parêzgeha Silêmaniyê, semînerek li ser parastina jîngehê ji bo Dr. Mihemed Xanî lidarxist.

Dr. Mihemed Xanî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê hemû mirovahî jîngeha xwe biparêze û wiha got: “Jîngeha herî nêzîkî mirov laşê mirove, ji bo wê pêwîste mirov laşê xwe biparêze piştre jîngeha derdora xwe. Divê parastina jîngehê ji bo mirovan wek bêhnstandinê be. Dewlemendiya welat êdî bûye xak, av û hewa. Mirov dikare ax, av û hewayê hilweşîne an jî qirêj bike, ji ber vê yekê divê em zûtir dest bi parastina jîngehê bikin. Pêşveçûn divê nebe sedema xirabkirina jîngehê.”

Dr. Mihemed her wiha di semînerê de destnîşan kir ku xak bi rijandina maddeyên zêde li ser erdê û bi zorê bikaranîna zibilên kîmyayî bi mîqdarên mezin tê qirêj kirin û wiha domand: “Ji bilî xakê, mirovan robaran jî qirêj dikin. Avêtina pîlekê tenê, 1500 metrekup av qirêj dike û dibe sedema derketina gelek nexweşiyan.”

Di dawiya semînerê de xwendevan û beşdarvanên semînerê, bi pirsyaran li gel Dr. Mihemed Xanî ketin nava guftugoyê.

(fk)