Li deşta Şarezûr werza çinîna berhemên Baqle destpêkiriye

ŞAREZÛR-ROJNEWS

Niha li deşta Şarezûr dema werza çinîna Baqleyane. Cotyarên herêmê jî dest bi çinîn û komkirina berhemên xwe kirin û ji bo bazarên Herêma Kurdistanê, başûr û naverasta Iraqê dişînin. Cotyaran diyarkirin ku ji ber qedexeya hawirdekirina baqleyan nava Herêmê, îsal wê berhemên wan zû werin firotin.

Deşta Şarezûr yek ji deştên herî bi bereket e li Herêma Kurdistanê û heta Iraqê. Her sal li zeviyên fireh û mezin bi gelek berhemên zivistanî û havînî têne çandin ku bûne çavkaniyek ya dewlemendkirina bazarên Herêm û Iraqê. Yek ji wan berhemên ku reng didin bazarê, baqleye (fasuleyên kesk).

Cotyarên deşta Şarezorê dest bi çinîn û komkirina baqleyên ku niha gihane kirine û ji bo firotina li bazaran amade dikin.

Wek cotyarên Şarezûrê bixwe ji Rojnews’ê re gotin, keyfxweşin ku îsal berhemên wan dê pere bike û dixwazin bilez baqleyên xwe bibin bazarê.

Cotyarê bi navê Mihemed Mehmud da zanîn ku niha bi çinîn û komkirina baqleyan ve mijûlin û wiha axivî: “Ji ber ku ji derve baqle nayên hawirdekirin, bazara baqleyan ji bo me cotyaran başe. Ev berhemê baqleyên Şarezûrê ji bo herêmên naverast û başûrê Iraqê têne şandin ku heta Besrayê jî.”

Mihemed Serkewt ku cotyarek din ê Şarezûrê ye wiha got: “Em baqleyan hîna kesk kom dikin û ji bo bazaran dişînin. Baqle piranî ji bo xwarinên şil tê bikaranîn. Ji ber nebûna hawirdekirinê bazar baş e, lê bi hatina berhemên biyanî cotyar gelek mexdûr dibin. Berhemên xwe em dişînin bazara Silêmaniyê û li wir têne firotin. Bazirganên Ereb jî ji wir hinardeyî deverên naverast û başûrê Iraqê dikin.”

Baqle di serê meha Mijdarê de têne çandin û gelek curên wê hene. Her wiha ji bo tenduristiya mirov jî gelek bi sudmende.

(fk)