Hewldanên PDK’ê yên ji bo paşxistina hilbijartinê: Trafîka dîplomasiyê û îlankirina şer!

NAVENDA NÛÇEYAN

Nêçîrvan Barzanî ku bi xwe 4 caran biryar da ku hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkbê, niha jî ji bo ev hilbijartin were taloqkirin, derî bi derî digere. Di serî de boykotkirin, berê xwe dan Bexda û niha jî li Îranê ye. Lê senaryoya dewleta Tirk jî li holê ye, dixwaze pêşmergeyan bêxe nava şer û bi vî awayî hebûna şer îlan bikin. YNK jî ji bo hilbijartin pêkbê, di serî de Bexda û niha jî li Emerîkayê ye. Di egera pêkneanîna hilbijartinê de, wê çarenûsa statûya herêmê ber bi kuve biçe?

Zêdetirî 2 salin ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkbê, serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 4 caran biryara hilbijartinê da û roj diyarkir. Lê heya niha jî ev hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêknehatiye û hertim ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî, destwerdana welatên derve hatiye taloqkirin.

Ji sala 2022’yan ve 4 carin biryara lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê tê dayîn, biryar hemû jî bi îmzeya serokê demborî yê Herêma Kurdistanê hatine dayîn, lê yek jî pêknehatin.

Biryara yekem

Di 24’ê Sibata sala 2022’an de biryar hat dayîn ku 1’ê Cotmeha sala 2022’an hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Yanî 7 meh ji beriya temambûna temenê dema pêncem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêmê dema lidarxistina hilbijartina dema şeşem diyarkiribû, lê hilbijartin nehate kirin.

Biryara duyem

Di 26’ê Adara sala 2023’an de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 18’ê Mijdara 2023’yan weke roja ji bo hilbijartinê diyar kir. Carek din hilbijartin pêknehat.

Biryara sêyem

Di 3’yê Tebaxa sala 2023’an de Nêçîrvan Barzanî biryar da ku vê carê 25’ê Sibata sala 2024’an hilbijartin were lidarxistin. Lê ev roj carek din hat û çû, hilbijartin pêknehat.

Biryara çarem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî jî di 3’yê Adara 2024’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku 10’ê Hezîrana 2024’an weke roja hilbijartinê giştî yên dema şeşem ya parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Di nav 2 salan de Nêçîrvan Barzanî 4 caran roja hilbijartinê diyarkir, lê ev hilbijartin pêknehat.

Niha yek ji pirsên bê kirin eve, Barzaniyê ku 4 caran roja hilbijartinê diyarkir û xwest hilbijartin di dema xwe de pêkbê, çima niha ji bo ev hilbijartin carek din were taloqkirin, derî bi derî digere?

Hewldanên Nêçîrvan Barzanî ên ji bo taloqkirina hilbijartinê

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 29’ê Nîsanê de (2024) çû Bexdayê. Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokkomar, serokwezîr, aliyên siyasî yên Iraqê, îdareya Dewlet re civiya.

Li gorî agahiyên bi destê ajansa me ketine, Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe ya jibo Bexdayê de, kariye serkirde û aliyên Iraqî ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê razî bike.

Çima hilbijartina Iraq û herêmê bi hevre?

Li gorî agahiyan Nêçîrvan Barzanî jibo hilbijartinê behsa du dîrokan kiriye, ya yekem Mijdara 2024’an ya duyem jî Cotmeha 2025’an ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê û bihevre were kirin. Ji bo vêjî aliyên Iraqê jî ji bo van her du dîrokan, Nêçîrvan Barzanî erkdar kirine ku ew bi xwe diyar bikin.

Îqnakirina YNK’ê

Nêçîrvan Barzanî ji hinek serkirdeyên Iraqê xwestiye bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicivin û wî jî ji bo paşxistina hilbijartinê razî bikin. Tê gotin serkirdeyên Iraqê jî jibo vê daxwaza Barzanî soz dane.

Mesud Barzanî biryar daye!

Li gorî çavkaniyek din, Nêçîrvan Barzanî di civînên bi rayedarên Iraqê re dijî paşxistina hilbijartinê nerazîbûn nîşan daye, lê ragihandiye ku Mesud Barzanî biryara xwe ya dawî daye û gotiye wê ne PDK tevlî hilbijartinan bibe, ne jî bihêlin sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê bên danin. Wê ev jî rewşa Iraq û herêmê ber bi aloziyê ve bibe.

Balyozên cîhanê

Tê gotin Nêçîrvan Barzanî bi hinek balyozên welatên cîhan û herêmê re jî civiya ye û wan jî hişyarî dane Barzanî ku nabe aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê were tevlîhevkirin. Ji bo vê jî ragihandine ku eger paşxistina hilbijartinê bibe sedema bê aramiyê, wê demê bila ji bo demek din hilbijartin were paşxistin.

Li gorî agahiyan di serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê de, bi piştgiriya serkirde, aliyên siyasî yên Iraq û balyozên welatên cîhanê, biryara paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê tê dayîn.

Plana yasayî!

Hewldanên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de di demek wisan deye ku wê di 7’ê Tîrmeha îsal de jî dema yasayî ya Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê jî dawî bibe, bi vê re jî yan wê çarenûsa hilbijartinê bikeve destê saziyên herêmê, yan jî wê hilbijartin ji bo Cotmeha sala 2025’an were paşxstin ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê.

Piştî Bexdayê berê xwe da Îranê

Nêçîrvan Barzanî piştî Bexdayê, vê carê berê xwe daye Îranê, Serokê demborî Herêma Kurdistanê Nêçîrvan li Tahranê bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî, serokê parlamentoya Îranê Mihemed Bagir, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan û rayedarên din yên Îraên re civiya.

Li gorî tê gotin armanca serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê jî paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. Tê gotin Barzanî wê ji rayedarên Îranê bixwaze ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, zextê li Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) bikin.

Ji bo hilbijartinê wê pêşmergeyan bide kuştin!

Bê guman ev trafîka dîplomasî ya PDK’ê ye, PDK li aliyê din jî ji bo paşxistina hilbijartinê, li pey îlankirina şere.!

Li gorî agahiyên di nûçeyek ajansa ANF’ê de derbaz dibe, di pêvajoyeke ku li sêgoşeya Enqere, Bexda û Hewlêrê bi mehan e amadekariyên şerekî nû li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tê kirin, sînyalên destpêkê yên operasyona dagirkirinê li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin destpêkirin. Ji bo operasyon gav bi gav bên meşandin, sevkiyata leşkerî ya ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve ji herêmê re tê kirin, didome.

Li gorî heman çavkaniya ANF’ê tê gotin ger plana PDK-Tirkiye ya ji bo şer bi ser bikeve wê Nêçirvan Barzanî derkeve pêşberî kamerayan û bibêje; “Em di rewşeke şer de ne. Hilbijartin di van şert û mercan de çênabe. Em ji ber vê rewşa awarte hilbijartinan taloq dikin.”

YNK jî ji bo pêkanîna hilbijartinê di nava liv û tevgerê deye

Hema bêje rojane ji YNK’ê daxuyaniyê dijî paşxistina hilbijartinê tên. Di 17’ê Nîsana 2024’an de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî eşkere kir ku wê hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê neyê paşxistin û di dema hatî diyarkirin de (10 Hezîran 2024) pêkwere.

Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) di 1’ê Gulanê de bi serokatiya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî civînek lidar xist û bi tundî her hewlek otorîter û gotegotên li ser lihevkirina di navbera partiyan de ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê şermezar û red kir

Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rêwaz Fayeq jî di rojên borî de da zanîn YNK bi israre ku hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de pêkwere û ji vê zêdetir statûya siyasî ya Herêmê lewaz nebe. Fayeq got: “Nabe ku em derfeta hilbijartinê ji dest bidin. Her wiha ew desthilata Serokê Herêmê jî nîne ku hilbijartinê paş bixe.”

Herwiha Serokê YNK’ê piştî Nêçîrvan Barzanî carek din serdana Bexdayê kir û di destpêkê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, birayedarên din yên Iraqê re civiya.

Aliyên Iraqê çidibêjin?

Li aliyê din jî ji hinek rayedarên Iraqê jî dijî paşxistina hilbijartinê nerazîbûn tên, endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Nîme derbarê hewldanên PDK’ê yên ji bo paşxistina hilbijartinê de got; “Hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê di destdirêjiyên dewleta Tirk yên li serxaka Iraqê bûye alîkar. Ji ber ku berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên Iraq, ewlekarî û xakê re dibîne ji bo vê dibe ku alîkariyek nû bide Tirkiyeyê. Desthilatdarên herêmê rûbiruyî pirsgirêkên siyasî û aborî bûne, ji bo vê jî amadene hertiştî bikin û hewl didin hilbijartina parlamentoya herêmê paşbixin.”

Serokê Dadgeha Federal ya Iraqê Casim Mihemed Ebûd jî di 6’ê Gulanê de li gel Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Li gorî daxuyaniya têkildarî hevdîtinê, her du aliyan tekezî li ser derbaskirina wan astengiyên li pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku bi mebesta beşdariya aliyan di hilbijartinan de kirin.

Her wiha di hevdîtinê de tekezî li ser lidarxistina hilbijartineke adil ku li gorî biryarên Dadgeha Federal yên têkildarî hilbijartinê hate kirin.

Talebanî jî piştî Bexda berê xwe da Emerîkayê

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di 6’ê gulanê de gihişt Washingtonê, Talebanî wê li ser rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên parlamentoyê bi rayedarên Emerîkî re bicive.

Li aliyek PDK li pey paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ye, li aliyê din YNK jî ji bo hilbijartin pêkwere di nava liv û tevgerê deye.

Metirsî û encam!

Niha li gorî yasayê, dema Hikumeta Herêma Kurdistan û serokê Herêma Kurdistanê jî boriye. Di bingeh de niha herêm bi awayek fermî nayê rêvebirin, tenê di çarçoveya malbat û hizbî de tê rêvebirin.

Bê guman wê ev bandorek çawa li ser Herêma Kurdistanê bike rojane bi qeyranên siyasî, aborî û civakî derdikeve holê. Ger hilbijartin were paşxistin, wê statûya Herêma Kurdistanê çawa be, ger hilbijartin bê kirin, wê aqûbeta PDK’ê ya ku roj biroj xwe dide aliyê dagirkerên ku xaka Kurdistanê dagir dikin çibe ku ev yek jî rojane dengên PDK’ê kêm dike.

Ev pirsyar niha di rojevê de dimînin û wê di demek nêzîk de encama komplo, plan, êriş, dagirkerî, îlankirina şer û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê derbikevin holê.