Li Şengalê Cimaya Şêxemend hate pîrozkirin

ŞENGAL-ROJNEWS

Li gundê Dirêjê yê Çiyayê Şengalê bi beşdariya bi hezaran Êzidiyan cejina cimaya Şêx Mend hate pîrozkirin. Di cimayê de dayikên Êzidî ji bo şehîdan find pêxistin û ji bo keç û jinên Êzidî ku heya niha di destê DAIŞ’ê de ne, dua kirin.

Salane di dawiya meha Nîsanê de civaka Êzidî cejina cimaya qûba Şêxmend pîroz dikin. Ev cejin bi pêşengtiya eşîra Simoqiyan tê gêran û ji tevahiya Şengalê Êzidî ji bo pîrozbahiyê berê xwe didin gundê Dirêcê.

Îsal jî pîrozbahiya Cejna Cimaya Şêxmend li 25’ê Nîsanê destpê kir û îro di roja duwemîn de cimaya bi siwarkirina Perî û Hilêla Qubê bidawî bû.

Duh xelkê berê xwe da ber Quba Şêxmend û xêr belav kirin. Herwiha îro  ku roja merasîmên olî bû, bi beşdariya bihezaran kesî cima bidawî bû.

Piştî seatên nîvro Perî û Hilêla Qubê li ber dengê def û şibêba bi kelecaenk mezin  hatin siwarikirin.

Dayikên Êzidî ku beşdarî di pîrozbahiyê de kirine ji bo şehîdan li nava Quba Şêxemend de find pêxistin û gotin: “Em her kesekî li ber axa me de canê xwe da be, ji bo rizgakirina keç û jinên me yên di destê DAIŞ’ê de ked dabe, em van finda ji bo wan pêdixin. Em ji Xwedê dixwazin cihê hemû şehîdan biheşt be.”

Xelef Şiho ku beşdarî di pîrozbahiyê de kiriye ji ajansa me re axivî û wiha got; “Em salane di vê mehê de cejina cimayê pîroz dikin. Ev cejin dibe wesîleya yekitiya xelkê me û gelek girînge. Ji ber ku ji hemû eşîran û ji her derê Êzidî li hev kom dibin. Kombûna me û xwedî derketina xelkê me li ax û pîroziyên xwe, peyama herî mezine ji dijminê me re ku 74 ferman li ser me rakirina. Her em hebûne û nekarîne me tune bikin. Em ji dijminê xwe re dibêjin heya niha we nikariya me tune bikin, em her hebûne û emê her hebin jî.”

Cimayî bi gêrana govendê heya seatên êvarê dewam kir.

(îê/wd)