‘Tenê bi yekgirtinê dikarîn bersiva dagirkeriya dewleta Tirk bidîn’

HELEBCE-ROJNEWS

Êrişên dagirkeriyê yên li ser xelk û xaka Kurdistanê berdewame. Heta niha li beramberî êrişan helwestek yekgirtî ya Kurdan nehatiye nîşandan. Berpirsên partiyên siyasî jî dibêjin: “Eger Kurd yekgirtina xwe çênekin wê carek din metirsî li ser wan çêbe. Kurd tenê bi yekgirtinê dikarin rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.”

Her ku diçe êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê berfireh dibin. Rojane di encama êrişên dewleta Tirk de welatî şehîd û birîndar dibin, bax û malên wan wêran dibin û zererek mezin digihe jîngeha Kurdistanê. Lê heta niha yekdengiyek giştî di nava gelê Kurd û aliyên siyasî de li dijî van êrişên dewleta Tirk derneketiye. Sedema vê yekê jî ji ber hevkarî û hevalbendiya hin serkirde û aliyên Kurd ya bi dagirkeran re ye.

Di derbarê mijarê de endamên YNK’ê û Hizba Komûnist a Kurdistan yên li Helebceyê ji ajansa me re axivîn.

Endamê YNK’ê yê Helebce Rizgar Hemenurî da zanîn ku enfal û kîmyabarankirina Helebce bûne dîroka gelê Kurd û got: “Ev bûyer wê yekê bibîra me dixin ku pêwîstiya me bi yekrêziyê heye. Tişta ku herî giring û mezin yaku Kurd bikin, pêwîste yekgirtina xwe çêkin. Divê dawî li nakokiyên navxweyî û hizbayetî bînin. Ger em ne yekgirtîbin, dîrok rehmê bi kesê nake. Ji bona wê metirsî heye carek din enfal û kîmyabaran bi serê gelê Kurd de bêt. Tişta herî baş yekrêzî û yekdestiye daku bikarîn vê dîroka bi êş ku bi serê me hat derbas bikîn.”

Rizgar Hemenûrî da zanîn ku her kes ji ber bombebaranên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr bi fikare û got: “Lê eger em di nava xwe de yekgirtina xwe çêbikin, emê bikarin pêşî li dagirkerî û bombebaranan bigrin.”

Endamê Hizba Komûnîsta Kurdistanê Ebdullah Mihemed jî li ser mijarê wiha axivî: “Bi dirêjahiya dîrokê dijminan çav berdane ser Kurdistanê. Li her parçeyekî Kurdistanê Kurdan xwestibe pêngavek bavêjin, welatên sermayedar û herêmî rê li pêşketina gelê Kurd girtine.”

Ebdullah Mihemed got: “Pêwîste serkirdeyên Kurdan dîroka enfal û kîmyabarankirina Kurdan ji bîr nekin. Bila nekevin nava pêşbaziya cîhana sermayedariyê de. Bila hewla yekgirtina gelê Kurd bidin. Ji berku yeknegirtin û nebûna yekitiya gelê Kurd gelek metirsîdare. Bandorê li ser hemû jiyana welatiyan dike. Pêwîste gelê Kurd li beramberî hemû mijarên netewî yekrêz û yekhelwest be.”

(kş)