Serokwezîrê Iraqê 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê bi boneya 1’ê Gulanê peyamek weşand û got; “Em piştgiriya xwe ya ji bo hemû karkerên jin û mêr dubare dikin ku bingehek xebatê ya ku rumet, garantiya madî û mafên wan diparêze, pêşwazî bikîn.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê peyamek belav kir.

Sudanî destpêkê 1’ê Gulanê li karkerên Iraq û cîhanê pîroz kir û got; “Bingehê projeyên xizmetguzarî, amadekirin û pêşketina welatê me li ser destê wan hatiye avêtin. Em piştgiriya xwe ya ji bo hemû karkerên jin û mêr dubare dikin ku bingehek xebatê ya ku rumet, garantiya madî û mafên wan diparêze, pêşwazî bikîn.”