Dadgeha Federal ya Iraqê îro li ser giliyê Barzanî dicive

NAVENDA NÛÇEYAN

Biryare îro Dadgeha Federal ya Iraqê derbarê giliyê Mesrûr Barzanî de bicive.

Di 6’ê Gulanê de serokê demborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê rawestîne.

Di nivîskiya gilînameyê ya Barzanî de wiha hatibû gotin; “Biryara Dadgeha Federal ya dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser 4 herêmên hilbijartinê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan bo 100 kursî ne destûrî ye û binpêkirina mafên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.”

Dadgeha Federal ya Iraqê wê îro li ser çend giliyan bicive, yek ji wan jî giliyê Mesrûr Barzanî ye.

Hêjayî gotinê ye gilîkirina Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku berî niha Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û berpirsên PDK’ê Dadgeha Federal ya Iraqê weke dadgeheke nedestûrî û siyasî binav kiribûn, di heman demê de weke dadgeha Sewre ya rejîma Baas binav kiribû.