Hûnermendên Koye: Hikûmet civak û hûnerê ji hev qut dike

KOYE-ROJNEWS

Hunermendên Koyê diyar kirin ku hikûmetê ji ber sedemên cuda pişta xwe daye çalakiyên hunerî û hunerê û gotin; “Armanc dike ku gel ji hunerê veqetîne. Ji ber ku ew dizane ku huner bingeha sereke ye ji bo haydarbûn û naskirina pêşketina civakê.”

Navçeya Koyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê berê navenda huner, muzîk û helbesta Kurdî bû. Lê di van salên dawî de ji ber polîtîkaya hikumraniyê li Başûrê Kurdistanê xebatên wê yên hunerî bi temamî qels kiriye  û dengê amûrên mûzîkê kolanên wê tije nake. Li ser vê yekê hunermendên Koyê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

Muzîkjen û Rêveberê Hunerî û Çandî yê Koyê Rewez Mewlûd got: “Her krîzek li Herêma Kurdistanê çêbibe para şêr ya xusarê her tim dikeve ser milê huner û hunermendan. Ji ber ku dema hûn diyarî û çalakiyan ji hikûmetê re dişinin, ewê ji ber krîza darayî pere nedin we. Ji ber vê yekê dema ku çalakiyên hunerî kêm bûn, helbet valatiyek dikeve di navbera huner û welatiyan de.”

Rewez Mewlûd diyar kir ku niha, ji ber nebûna sansûr û azadiya hunerî, hunermend zêdetir mûzîka zindî li cihên taybet pêşkêş bikin, lê bele ev çalakiyên hunerî û festîvalên hunerî nagire nav xwe. Di dewamê de wiha got; “Di van salên dawî de li hemû bajaran festîvalên hunerî yên mezin hatin lidarxistin û ev jî bû sedem ku huner di navbera bajaran de têkelî hev bibe ku her herêmek xwedî reseniya xwe ye, ku derfetek baş ji bo fêrbûna hunerên herêmên din peyda kir.”

Her wisa yek ji endamên koma muzîkê ya Bawacî Celal Ezîz jî derbarê mijarê de wiha axivî; “Huner niha hêdîbûnekê dijî. Ji ber ku piştgirî ji hunermend û koman re nayê kirin. Her çend em wek Koma Mûzîkî ya Bawacî xwebexş dixebitîn ku hin çalakiyan pêk bînin, lê ger alîkariya me bê kirin helbet dê çalakiyên zêdetir bên kirin.”

Di dawiyê de Celal Ezîz got; “Hikûmet naxwaze huner pêş bikeve û bibe xwedî xebatên hunerî. Ji ber ku huner bi demê re diçe û mirov bi hunerê hay ji jiyanê û pêdiviyên jiyanê dibe. Divê mirovên rast li cihên rast werin danîn. Ji bo ku huner ewqas qels nemînin divê alîkariya hunermendan bê kirin. Tevî van qeyranan jî Koye navenda huner û hunermendane. Ji ber ku Koya û huner weke du parçeyên temamkerên hevdû ne, weke du parçeyên sêve.”

Muzîkjen û endamê Koma Mûzîkê ya Sarinc Mihemed Sîrwan wiha got: “Mixabin ji ber pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Herêma Kurdistanê, çalakiyên hunerî qels bûne. Lê belê ji ber rewşa nebaş ya aborî û debara jiyanê êdî hezkirin û zewqa welatiyan nemaye ku bi hunerê re dem derbas bikin û werin temaşeyî çalakiyên hunerî bikin.”

Di dewamê de da zanîn ku huner weke bazirganiyê lêhatiye û got; “Hinek şîrket û cîh bi qasî ku girîngiyê didin xuyangê, ew qas girîngiyê nadin naverok, resentî û hunera resen. Lewra li şûna ku huner pêş bikeve, vê yekê zerereke mezin daye hûnerê.”

Navçeya Koye ya parêzgeha Hewlêrê, bajarê ku hertim navenda huner û hunermendan bûye. Bi dehan hunermendên mezin yên ji Koye hene ku stranên wan hê jî di guhê her kesî de deng vedide. Ev hunermendane bêhn, çêj û reseniya bajêr nîşan didin. Lê niha weke herêmên din ji ber ew desthilata siyasî ya li Herêma Kurdistanê heye, navçeya Koye ji hunerê û çalakiyên hunerî bêpar hiştine û dixwaze vê nasnameya wê ya hunerî ji holê rake.

(wd)