Yekem Festîvala Wêje û Helbestan a Jinan li Helebce pêkhat

HERÊM QADIR

Yekem Festîvala Wêje û Helbestan a Jinan li Helebce hat lidarxistin. Di festîvalê de heşt jinan bi helbest û nivîsên xwe yên wêjeyî tevlî festîvalê bûn. Helbestên ku di festîvalê de hatin xwendin li ser jêhatina jinan a di nava civakê de bû. Yek ji jinên helbestvan ku tevlî festîvalê bûye, got: “Ev festîval derfeteke ku dengê jinan bi zindî bihêle û pêwîste çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.”

Îro li salona Dr. Mistefa Zelmî ya li Helebce dibin pêşengtiya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebce de Yekem Festîvala Wêje û Helbestan a Jinan hat lidarxistin.

سەرخێڵ غەفار

Di derbarê festîvalê de Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerê yê Helebce Serxêl Xefar ji ajansa me re axivî û got: “Di festîvalê de heşt jinên lêkoler û helbestvan tevil bûne. Di festîvalê de helbest û nivîsên wêjeyî hatin xwendin. Her çiqas Helebce gelek caran hatiye wêrankirin, lê li gel wêde jî tûndiya li beramberî jinan di rêjeyek gelek kêm de ye. Hinek saziyên rêvebirina bajêr jî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.”

غەمگین کۆساری

Jina helbestvan Xemgîn Kusarî ku tevlî festîvalê bûye, di derbarê festîvalê de got: “Giringiya çalakî û festîvalên wiha ewe ku derfeteke ku dengê jinan bi zindî bihêle û pêwîste çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.”

(kş)