Salvegera YRJˊê li Qamişlo hat pîrozkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Di 4`emîn salvegera YRJ`ê de, Berdevka YRJ`ê destnîşan kir ku ewê ji bo derxistina deng û rengê Şoreşa Jinê her li ser soza xwe bin.

Bi hatina 4`emîn salvegera Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) (28`ê Hezîranê) û bi amadebûna bi dehan rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya ragihandinê ya li bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin.

Hola ku lê şahî hate orgenîzekirin wêneyên rojnamevanên jin yên şehîd ji tevgera azadiyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hatibûn daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê û pêşandana senvîzyona der barê pênasekirina YRJ`ê de, berdevka Yekitiya Ragihandina Jin YRJ`ê Arîn Siwêd axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniyê di serî de rojnamevan Şevîn Bîngol bi bîr anî û diyar kir ku bi avakirina çapemeniya Kurdî heta niha 100 şehîdên rojnamevan li Kurdistanê û 28 şehîd li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira derxistina heqîqetê û gihandina dengê şoreşê de şehîd bûne.

Arîn Siwêd da zanîn ku rojnamevanên jin bi pênûseke azad û bi sekina xwe ya li hemberî êrişên dagirkerî û desthildariyê xebateke pîroz didin meşandin û wiha pê de çû: “Her dem emê deng û rengê Şoreşa Jin derxin. Di oxira vê rêyê de emê her li ser soza xwe bin.”

Di şahiyê de televîzyona El Yewm peyama pîrozbahiyê şand û tabloyek weke diyarî pêşkêşî Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) kir.

Şahî bi govendê bi dawî bû.