Jinên Hewraman û Helebceyê li gel parastina çanda Kurdewarî, dahata xwe jî dabîn dikin

HERÊM QADIR

Jinên Helebce û Hewramanê bi çêkirina xwarinên Kurdewarî di festîval û şahiyan de kar û çavkaniyên debara xwe bi dest dixin. Bi hev re, di berfirehkirina festîval û çalakiyên li herêmê dema ku têne lidarxistin de rolek girîng dilîzin.

Li Helebce û Hewramanê ti festîval û şahî bê reng û kêrhatinên jinan nayê lidarxistin. Di her festîval û çalakiyê de jin bi jêhatin û berhemên xwe beşdariya xwe çêdikin û rolek giring dileyîzin. Jinên Helebce û Hewramanê di malê de xwe sînordar nahêlin û bi vê xebata xwe dikarin debarek taybet ji bo xwe dabîn bikin.

Yek ji wan berhem û kêrhatinên jinan ên ku bi wê beşdarî festîvalan dibin jî, çêkirina xwarinên Kurdewariye ku di rêjeyek berçav de bala welatî û geştyaran dikişîne.

Rengîn Elakerem ji bajarokê Tewêle ya Hewramanê ye ku bi salane bi çêkirina xwarinên cur be cur yên Kurdewarî cihê xwe di festîvalan de digire. Rengîn Elakerem di derbarê xebatên xwe de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Ev kare ji bo min bûye çavkaniyek ya debarê. Hîvîdarim her jinek bikare li derve karek ji bo xwe bike. Çanda Kurdewarî bi vê rêyê jî em zindî dihêlin. Ev xwarinên Kurdewarî tam û lezetek taybet hene. Gelek ji karê xwe hez dikim. Ji bo wê her beşdarî festîvalan dibim. Divê jin ji xwe bawer bin û ji derve kar bikin ku bibin xwedî dahatek taybet ya xwe.”

Jinek din ya ku gelek caran ji Helebceyê bi jêhatinên xwe beşdarî festîvalan dibe Nemam Walî qala giringiya çalakiyên wiha ji bo jinan kir û wiha anî ziman: “Her sal wek jinên Helebceyê bi karên cuda cuda beşdarî festîvalan dibîn. Ev kar di warê bidestxistina debarek taybet de, ji bo jinan karekî başe. Ez beşdarî hemû festîvalên li herêmê bûme. Ez bi vî karî gelek keyfxweşim.”

Nemam Walî her wiha da zanîn ku jinên Helebceyê bi awayekî komî di rêjeyek berbiçav de beşdarî festîvalan dibin û wiha got: “Vekirina festîvalên wiha ji bo jinan gelek başe.”

(fk)